Li dijî navendeke leşkerî ya hikumeta Şamê êriş

Çekdarên nenas li dijî navendeke ′Lîwaya 8′an′ a hikumeta Şamê ya li bajarê Tefes ê rojavayê Derayê êrişa bombeyan pêk anî.

Li dijî navendeke leşkerî ya hikumeta Şamê êriş
5 adar, 2023   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), şeva şemî-yekşemê çekdarên nenas ku li motorsklêtê siwar bibûn bi bombeyan êrişî navendeke leşkerî ya ′Lîwaya 8′an′ a hikumeta Şamê ya li bajarê Tefesê yê rojavayê Derayê kir.

Rewşa ewlehiyê ya xirab li herêmên serweriya hikumeta Şamê û bi taybet li Derayê dewam dike.

Li gorî daneyên SOHR`ê, ji destpêka salê de li Derayê 78 êrişên bi rêbazên cuda pêk hatine, û di encamê de 58 welatî û endamên hêzên hikumeta Şamê hatine kuştin.

(fr/cx)