​​​​​​​Nîjadperestan êrişî lîstikvanên Amedsporê kir

Li dijî lîstikvanên tîma Amedsporê êrişa nîjadperestî hat kirin. Lîstikvan rastî êrişên fîzîkî û heqaretên nîjadperest hatin, li cihê êrişê jî wêneyên JÎTEM û Torosên Spî hatin vekirin.

​​​​​​​Nîjadperestan êrişî lîstikvanên Amedsporê kir
5 adar, 2023   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Amedspor ku di Koma Spî ya Lîga Duyemîn de têdikoşe, ji bo maça bi Bursasporê re şevê din çû Bursayê. Ji şevê din heta niha jî rastî êrişên nîjadperest tê. Alîgirên Bursasporê beriya maça ku dê saet di 14.00’an de li Stada Tîmsah Arenayê dest pê bikira ketin sehayê, alaya tirkan a bi dehan metre dirêj û pankarta “Heta stûna asîman tê standin dê hîv stêrk hikûm bike” vekirin û dirûşmên nîjadperest berz kirin. Balkêş e ku bi dehan kesên pankart vekirîn li hemberî kamerayê rûyên xwe girtin.

DIRÛŞMÊN NÎJADPEREST

Çendek deqe bo destpêkirina maçê mabûn ku lîstikvanên Bursasporê bi strana “Çi bextewar e yê ku dibêje ez tirk im” derketin sehayê. Her wiha alîgirên Bursasporê li dijî lîstikvanên Amedsporê yên ku bo xwegermkirinê derketibûn sehayê, dirûşmên nîjadperest ên weke “Şehîd namirin, welat parçe nabe”, “Çi bextewar e yê dibêje ez tirk im”, “Kurê min yê çav ber dide welatê te bieciqîne” û “Tolhildan” berz kirin.

POLÎSAN ÊRIŞ TENÊ TEMAŞE KIRIN

Êrişên nîjadperest veguherîn êrişên fîzîkî. Tevî ku li derdora sehayê gelek polîs hebûn jî, alîgirên Bursasporê lîstikvanên Amedsporê hedef girtin. Hinek rêveberên Bursaspor û Amedsporê hewl dan pêşî li ber êrişan bigirin lê polîsên li stadê tu mudaxele nekirin û tenê temaşe kirin. Di dema êrişê de bi hezaran alîgirên li trîbûnan dirûşma “Lêxin, lêxin” berz kirin.

ÎŞKENCE LI ZAROKÊ AMEDSPORÎ KIRIN

Her wiha alîgirên Bursasporê bi darê zorê berstûhka Bursasporê dan destê zarokekî ku alîgirê Amedsporê bû, bi darê zorê jê xwestin ku berstûhkê bilind bike û dîmenên wê li ser medyaya civakî parve kirin. Di dîmenan de xuya dibe ku îşkence li zarokekî tê kirin, zarok hatiye tirsandin û di dîmenan de tê gotin; “Bila rûyê kesekî xuya neke.” Bertekên li dijî êrişên alîgirên Bursasporê yên li ser medyaya civakî didomin.

WÊNEYÊN JÎTEM’Ê HATIN VEKIRIN

 Di heman demê de, alîgirên Bursasporê wêneyên endamê JÎTEM’ê Mahmût Yildirim ê bi nasnavê “Yeşîl” ku bûbû sedema qetilkirina bi hezaran Kurdan û wêneyên “Torosên Spî” ku JÎTEM’ê mirov pê direvandin û qetil dikir, vekirin.

Bi hezaran alîgirên nîjadperest jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî wêneyên “Torosên Spî” parve kirin.