HPG: Dagirkeran 24 caran qadên gerîla bombebaran kirin

HPG`ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker 24 caran bi balafirên şer, obus, tank û çekên giran bombe li çeperên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê barandine.

HPG: Dagirkeran 24 caran qadên gerîla bombebaran kirin
5 adar, 2023   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan bi vî rengî ne;

Li herêma Metînayê;

4'ê Adarê saet di 12:20'î de dagirkeran êrîş birin ser hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bi çekên giran li dagirkeran xistin û bersiv dan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

4'ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Çemçoyê 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

4'ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê 19 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."