​​​​​​​Rola xwendekaran di Serhildana Jin, Jiyan, Azadî de mijara komxebatê bû

Xwendekarên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi xwendekarên Zanîngeha Bremen re komxebateke bi rêya online, li ser rola xwendekaran di Serhildana Jin, Jiyan, Azadî de li dar xist.

​​​​​​​Rola xwendekaran di Serhildana Jin, Jiyan, Azadî de mijara komxebatê bû
4 adar, 2023   16:01
QAMIŞLO

Bi pêşengtiya xwendekarên masterê yên sisyolojî yên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, komxebateke bi rêya online bi sernavê "Di Serhildana Jin, Jiyan, Azadî de Rola Xwendekaranʹʹ re hat lidarxistin.

Di komxebatê de xwnedekarên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Zanîngeha Bremenê ya Almanyayê û hejmarek ji çalakvana de amade bûn. Piştî ku dîmenê beşdarbûna xwendekaran di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hat pêşandan, Rojnamevan  Amar Golî li ser rola xwendekaran di şoreş û serhildanê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de axivî.

/kr/uploads/files/2023/03/04/160326_1.webp

Amar Golî diyar kir ku heke mirov dîroka xwendekaran bi kûrahî lêkolîn bike, dê dîmeneke rast ji serhildanê nebîne û wiha domand "Ji ber ku Zanîngeha Tehranê bi destê Fransayê hatiye avakirin, lewra tevgera xwendekaran ji yê cîhanî ne cuda ye. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de di 1942`an de bi xwendekaran tevgerên çepgir xwe birêxistinkirin, radîkalbûn pir bi ser sîstemê re diçûn. Piştî derbeya 1953`an, xwendekar weke partiyên siyasî xwe veşartin, xwe xistin jêrzemînan, xwe birêxistinkirin û gavên radîkal avêtin, gavên radîkal jî bi salan dem dixwaze.”

Amar Golî da zanîn ku bi pêşengiya xwendekaran tevgera siyasî û leşkerî li Îranê dest pê kir û bi bîr xist ku xwendekarên li Rojhilatê Kurdistanê jî 1972-1975`an dest bi avakirina komeleyan kirin.

Golî bal kişand ser avabûna Yekitiyên Xwendekarên Demokratîk li Rojhilatê Kurdistanê û got: “Cara yekê piştî şerê Iraq-Îran yekitiyek ku bandoreke siyasî li Îranê kir hat avakirin, ew xwendekar ji bo salvegerên girtina birêz Abdullah Ocalan û êrişên li ser Kobanê û Efrîn xwepêşandan li dar xistin. Di xwepêşandanên ji bo Efrînê jî de 50 xwendekar hatin girtin.”

Amar Golî destnîşan kir ku jinên xwendekar dirûşma ʹʹJin, Jiyan, Azadîʹʹ cara yekemîn di merasîmê Jîna Emînî de berz kir ûbi pêşengtiya wan serhildan dewam dike.

Paşê ji xwendekarên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 3 peyam hatin. Ji ber ewlehî û pirsgirêkên teknîkî xwendekar nikarîbûn bi rêya online re tevli komxebatê bibin. Lê bi rûyê girtî peyamên bi dîmen şandin.

Di peyaman de rewşa gel hat nirxandin û bal hat kişandin ser zextên dewletê yên li ser xwendekaran.  Xwendekaran wiha soza mezinkirina têkoşîna li hemberî kiryar û sûcên dewleta Îranê da.

(sb)

ANHA