Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in

Di çarçoveya çalakiyên 8`ê Adarê de li bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Di çalakiyan de rola pêşeng a jinan di avakirina civakeke demokratîk ku dûrî tundiyê û çewisandinê hate destnîşankirin.

Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
4 adar, 2023   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên 8`ê Adarê ku Platforma Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 28`ê Sibata borî dest pê kiriye, bi lidarxistina semîner, pêşangehên şêwekariyê û xwepêşandanan berdewam in.

QAMIŞLO

Li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo Komîteya Jinan a Meclisa Navçeyê bi koordîneya Kongra Star ji bo nasandina roja 8`ê Adarê, rol û bandora wê li ser têkoşîna hemû jinan, semînerek li dar xist.

Semîner bi beşdariya bi dehan endamên Meclisa Çilaxa  li avahiya meclisê ya başûrê navçeyê li dar ket.

Di semînerê de behsa dîroka 8`ê Adarê  hate kirin û hate destnîşankirin ku bi hezaran jinan sala 1857`an li qada New Yorkê kom bûn û banga bidawîkirina zulma li ser wan kir.

Di dawiyê de destkeftiyên ku jinan li ser asta Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine hatin silavkirin û hat got jinan hêz ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan girt ku rê li pêşiya wan vekir ji bo ku banga mafên xwe û azadiya xwe bikin.

Semîner bi berzkirina dirûşma “Jin, jiyan azadî bi dawî bû.

DÊRIK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/23Ub3cB3z4s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Dêrikê Kongra Star bi boneya 8`ê Adarê li navenda xwe ya li navçeyê semînerek li dar xist.

Di semînerê de bi dehan jin beşdar bûn. Endama Meclisa Navçeya Dêrikê Rewşen Elî axivî û teqezî bi pêwîstiya hevgirtina jinan û berdewamkirina têkoşînê ji bo pêkanîna edaletê kir.

AMÛDÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ms9uyh7PPhc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê ya navçeya Amûdê bi tevlêbûna 20 jinan, pêşangeheke şêwekariyê û karên destan li dar xist.

Di pêşangehê de, rêxisitnên jinan, rewşenbîr, hunermend ji navçeyê beşdar bûn. Endama rêveberiya Kongra Star a navçeyê Celîle Osman axivî û vekirina pêşangehê li Rêber Abdullah Ocalan û têkoşeran pîroz kir ku hewl didin azadiya jinan di civakan de pêk bînin.

Celîle destnîşan kir ku têkoşîna jinan bi xwedîderketina li projeya Rêveberiya Xweser mezin bû ku felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re kiriye bingeh. Celîle îşaret bi rol û têkoşîna jinên kurd bi pêşengiya şehîd Sara, Bêrîtan û Zîlan kir ku bi saya wê têkoşînê jinan gelek destkeftî li ser asta azadiya jinan bi dest xist.

Celîle di dawiya axaftina xwe de soza berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê heta pêkanîna azadiyê ji bo hemû jinan da.

Piştre, dayîka şehîd Azar Çiya Medîne Berazî pêşangeh vekir.

Çaverêye ku pêşangeh heta 2 rojan berdewam bike û qezenca wê dê ji mexdûrên erdhejê yên Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyeyeyê re bê şandin.

EYN ÎSA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QkugEeb19w4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Kongra Star ji bo nasandina têkoûşîna jinan û destkeftiyên ku bi dest xistine, semînerek li dar xist.

Bi dehan şêniyên navçeyê û kantona Girê Spî tev li semînerê bûn. Di semînerê de endama Rêveberiya Kongra Star Ruqeye Mihemed axivî û dîroka têkoşîna jinan a ji bo pêkanîna azadiyê, şîrove kir.

Ruqeye behsa rewşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî Şoreşa Rojava kir û got jin bû sembol û êdî ji her demê bêtir, mafên xwe nas dike.

Di dawiyê de Ruqeye soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Dûre sînevizyonek têkildarî dîroka têkoşîna jinan, sedemên ji ber wê li hember fikrê baviksalarî serî hilda ye, destkeftiyên ku jinên sûrî piştî şoreşê bi dest xistine hate pêşandan.

Di dawiya semînerê de beşdaran jina  azad silav kir.

Tê destnîşankirin ku Kongra Star a kantona Girê Spî dê heman semîner li hemû navçe û bajarokên kantonê li dar bixe.

KOBANÊ

Li Kobanê jî bi dehan jinên ciwan ên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê xwepêşandan li dar xist.”

Beriya xwepêşandanê, berdevka Zanîngeha Kobanê Nara Elî daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de îşaret bi rola jinan di dîrokê de û têkoşîna wê li hember desthilatê û çawa roleke sereke di hemû qadên fikrî, hunerî û heta leşkerî de lîst, hate kirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku jin her tim rê ji bo nifşan xêz kir û ji bo ku civakeke demokratîk ava bike, têkoşîn mezin dike.

Piştî wê xwepêşandan dest pê kir. Jinan heta Goristana Şehîd Dîcle meşiyan û dirûşmên “Jin, jiyan azadî” û “Bijî Rêber Ocalan” berz kirin.

Pişte beşdaran tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Hemze Kobanê, Raperîn Amed û Roken Kobanê ku li goristanê hatiye lidarxistin.

HESEKÊ

Navenda Çandê ya bajarokê Um Huceyre yê navçeya Holê ya kantona Hesekê bi dirûşma “Vejandina xêzkirinê vejandna giyanê çandî ye” pêşangehek li dar xist.

Di pêşangehê de 45 tabloyên cihereng ên hunermendên herêmê hatin pêşandan.

Di pêşangehê de endamê Rêveberiya Navenda Çandî ya bajarokê, Hesen El Sultan axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.

Piştre koma El Zihûr a navendê şanoyek bi navnîşan “Gel birçî ye” pêşanda.

Çaverêye ku pêşangeh du rojan berdewam bike.

(şx)

ANHA