Rûniştina yekemîn a Foruma Jinan bi dawî bû

Rûniştina yekemîn a Foruma Jinan û rola wan di Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi nîqaşan bi dawî bû.

Rûniştina yekemîn a Foruma Jinan bi dawî bû
Rûniştina yekemîn a Foruma Jinan bi dawî bû
Rûniştina yekemîn a Foruma Jinan bi dawî bû
Rûniştina yekemîn a Foruma Jinan bi dawî bû
Rûniştina yekemîn a Foruma Jinan bi dawî bû
Rûniştina yekemîn a Foruma Jinan bi dawî bû
Rûniştina yekemîn a Foruma Jinan bi dawî bû
Rûniştina yekemîn a Foruma Jinan bi dawî bû
4 adar, 2023   15:34
HESEKÊ

Foruma Jinan û rola wan di Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Jin jiyan azadî ber bi şoreşa azadiyê ve” dewam dike.

Piştî axaftina endama Desteya Serokatî ya PYDʹê Foza Yûsif, rûniştina yekemîn a forumê dest pê kir.

Endama Navenda Jineolojî Nofa Elî li ser hevjiyana azad axivî û got: "Hevjiyana azad têkiliyên xurt ê yên di hemû qadên siyasî, çandî, civakî de nîşan dide. Ev têgeh rêgeza têkilî û hevdûfamkirina di navbera du ferdan de ye."

Nofa Elî anî ziman ku yê têgeha hevjiyana azad derxistiye û hişt ku pêş bikev Rêber Abdullah Ocalan e û wiha domand: "Eger em li dîrokê vegerin û li ser jiyana hevbeş û pergala hevseroaktiyê lêkolîn bikin, em di felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tenê de bibînin."

Mijara duyemîn a rûniştina yekemîn a forumê a bi navê têgeha teorîk û pratîkî ya sîstema hevserokatiyê ji aliyê Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid ve hat birêvebirin. Bêrîvan Xalid got: "Ji dema ku mirov hatiye jiyanê rastî gelek pirsgirêkan tê. Hîna nîqaşên der barê avabûna jiyanê û afirandina mirov bi dawî nebûne.  Di rastiyê de ne felsefe û ne jî olî nikarin bersiva van pirsan bidin."

Bêrîvan Xalid bi domdarî got: "Beriya avabûna pergala dewleta desthilatdar, di dema ku mêr bi nêçîrê ve mijul dibû, jinan berhem qezenc dikir. Jinan tov û xwarin keşif kirin û girêdana wan ya bi ax û xwazayê ve zêdetir bûn. Jin hêza bingehîn a avakirina civakan û bingehê dayînê bû. Lê bi demê re desthilata mêr a li ser jinan zêde bû. Mêr jin wekî milkê xwe dihesibîne û qanûn derxistin ku desthilata xwe rewa nîşan didin."

Piştre sinevîzyonek li ser rola jinan di şaredariyên cîhanê de hate pêşandan.

Mijara çaremîn a têkildarî rola jinan di şaredariyên hikumeta Şamê û şaredariyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jiîngehê ya herêma Cizîrê Stêra Murad ve hat birêvebirin.

Stêra Murad behsa rewşa şaredariyan a beriya aloziya Sûriyeyê kir û got: "Şaredariya Hesekê navê wê meclisa bajarê Hesekê bû. Meclis di salên 30 yên sedsala borî de hat avakirin û serokê wê yê yekemîn mêrekî suryan bû. Di şaredariya Hesekê ya berê de hejmara jinan 12 derbas nedikir û rola wan ne çalak bû."

Stêra Murad li ser rewşa şaredariyan di Rêveberiya Xweser de û got: "Rola jinan di şaredariyê de mezin e. Jin destkeftiyên şoreşê diparêzin û di hemû qadên rêveberî, diravî û rêxistinî de cih digirin."

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku divê jin di hemû qadan de xwe pêş bixin.

Forum bi rûnşitina duyemîn dewam dike ku ji 3 mijaran pêk tê.

(bb)

ANHA