Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Malbatên Rêber Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo ku hevdîtinê bikin, careke din serî li dozgeriyê da.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da
3 adar, 2023   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serî li Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Ji Rêber Abdullah Ocalan 2 sal e agahî nayên wergirtin.