Li Îranê 900 xwendekarên keç bi jehrê ketin lê hikumet red dike

Li Îranê bûyerên jehrîkirina xwendekarên keçîn zêdetir dibin. Duh jî li dibistaneke amadehiyê gelek xwendekar bi jehrê ketin. Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ev êriş wek nimûneyên êrişên kîmyewî û rêxistinên terorîstî bi nav kir.

Li Îranê 900 xwendekarên keç bi jehrê ketin lê hikumet red dike
3 adar, 2023   07:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê hikumeta Îranê û polîs hûrgiliyên hejmara xwendekaran eşkere nekirin. Endamê Konseya Îslamê ya Ewlehiya Navneteweyî û Komîsyona Polîtîkayên Derve Şehriyar Heyderî li ser mijarê got: “Heta niha li bajarên cuda nêzî 900 xwendekar bi jehrê ketine, ev statîstîk ji çavkaniyên pêbawer hatine girtin.”

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniyê de cih girtine, li Tahran, Erdebil, Şahînşehir û Kirmaşanê herî kêm li 26 dibistanan êrişên kîmyewî çêbûne.

HIKUMET QEBÛL NAKE

Piştî ku nûçeya bûyerên jehrîbûnê yên dibistanan hatin weşandin, Wezareta Perwerdeyê der barê mijarê de tu daxuyanî nedan û bûyerên bijehrîketinê derewandin.

Ji ber jehrîbûnê mîdeyê xwendekaran li hev ket, sergêjî, bêtaqetî û felca demkî bi wan re çêbû. Wezareta Perwerdeyê berovajî vê rewşa heyî îdia dike ku tiştek wisa tune ye. Heman wezîr berê jî jehrîbûna xwendekarên li Qumê jî red kiribû.

‘BERPIRS NÊZÎKÎ SAZIYÊN EWLEKARIYÊ NE’

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ev êriş wek mînakên êrişên kîmyewî û rêxistinên terorîst bi nav kirin û diyar kir: “Tê texmînkirin ku berpirsên van êrişan nêzîkî saziyên ewlekariyê yên Komara Îslamî ne. Daxwaza bersivdayîneke tund û demildest ji civaka navneteweyî dikin.”

Rêveberê Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê Mehmud Emîrî Muqedem destnîşan kir ku kîmyabarana li ser herî kêm 38 dibistanên keçan û ne amadebûna desthilatiya Komara Îslamê ya ji bo lêkolîna vê pirsê, texmîna ku rasterast yan jî ne rasterast têkiliya saziyên hikumeta Îranê bi van êrişan re heye, bi hêztir dike.

‘DIXWAZIN TIRSÊ ÇÊKIN’

Yekitiya Ferhengiyan der barê vê mijarê de daxuyanî da û got: “Dixwazin di navbera malbat û zarokan de tirsê ji ber Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ava bikin û destkeftiyên xwe careke din bi dest bixin. Divê ev êriş bi awayekî bihêz werin şermezarkirin. Divê saziyên peywendîdar van êrişên terorîstane û bi qest îtiraf bikin û der barê vê mijarê de bi lêkolînan rastiyê derxin holê.”