Cenazeyê şehîd El Casim bi merasîmekê hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSDʹê Wîsam Hesen El Casim bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Minbicê hat veşartin.

Cenazeyê şehîd El Casim bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê şehîd El Casim bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê şehîd El Casim bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê şehîd El Casim bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê şehîd El Casim bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê şehîd El Casim bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê şehîd El Casim bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê şehîd El Casim bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê şehîd El Casim bi merasîmekê hat veşartin
2 adar, 2023   18:03
MINBIC

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Wîsam Hesen El Casim 28ʹê Sibata borî dema erka xwe bi cih dianî li navçeya Eyn Îsayê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Minbicê beşdarî merasîmê veşartina cenazeyê şehîd Wîsam Hesen El Casim bû.

Girse cenazeyê şehîd ji Nexweşxaneya Firatê wergirt û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîdan ve bi rê ketin.

Li Goristana Şehîdan merasîmek hat lidarxistin. Merasîm bi tûrana leşkerî ya şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê dest pê kir.

Piştre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed El Elî axivî û got: "Duh me şehîdekî xwe oxir kir. Îro jî em şehîdên xwe yê leheng ê di nava QSDʹê de Wîsam El Casim oxir dikin. Xweda hilbijart ku Wîsam bibe şehîd, ji ber ku Wîsam soza dabû ku tev li karwanên nemiran bibe."

Mihemed El Elî soza şopandina xeta şehîdan da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heta dilopa dawî ya xwînê em ê şopdarên xeta şehîdan bin, ji ber ku em xwediyê vê axê ne û em ê xaka xwe biparêzin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El Hisên axivî û soza parastina mîrateya şehîdan û şopandina xeta wan da.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û wiha domand: "Di demekê de ku gel bi karesata erdhejê mijul e, dewleta Tirk a dagirker welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên bê mirov dike hedef. Em li gorî exlaqê xwe tev digerin û me destek da mexdûrên erdhejê, lê dagirker li gorî çanda xwe tev digierin. Em ê rêwitiya xwe ya parastina ewlehiya herêmê berdewam bikin."

Piştî axaftinan endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Ebû Îdo nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd bi dirûşman hat veşartin.

(bb)

ANHA