​​​​​​​Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan bi dayîna xelatan bi dawî bû

8ʹemîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê di roja duyemîn de bi dayîna xelatan bi dawî bû.

​​​​​​​Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan bi dayîna xelatan bi dawî bû
​​​​​​​Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan bi dayîna xelatan bi dawî bû
​​​​​​​Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan bi dayîna xelatan bi dawî bû
2 adar, 2023   17:42
QAMIŞLO

8ʹemîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan duh bi diruşma "Bi çanda Jin, Jiyan, Azadî, em ê hunera şoreşê birêsin" li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê dest pê kir.  Mîhrîcan bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û bi beşdariya 100 jinên hunermend û wêjevan Mîhrîcan pêk hat.

Di roja duyemîn a dawî ya mîhrîcanê de Fewziya El Mirhî û Feyrûz Reşik bi zimanê erebî û Reşa Şemon bi zimanê Suryanî helbest xwendin. Çîrok jî ji hêla Narîman Evdikê ve hate xwendin.

Piştre endama komîteya nirxandinê Evîn Bilan der barê berheman de nirxand kirin û got: "3 komîteyên nirxandinê hatin avakirin. Komîteya Nirxandina Wêjeyên Kurdî û Erebî ji 6 kes pêk tê û Komîteya Wêneyan jî 3 kes pêk tê. Bi giştî 41 berhemên wêjeyî ji kurteçîrok, helbest û gotar hatin pêşandan, 15 bi kurdî û 25 jî bi erebî bûn. Her wiha 45 wêne hatin pêşandan, jê 22 ku jinan bi destê xwe çêkirine."

Di dawiyê de kesên serkeftî hatin xelat kirin.

Kesên hatin xelatkirin ev in:

Kurteçîrok erebî: Azad Hesen, Fatme Ehmê û Xatûn Îbrahîm.

Heslbestên erebî: Sema Îsa, Eya Hemîd û Zekiyê Mûsa.

Gotara erebî: Leyle Xalid.

Kurteçîrok kurdî: Medya Berekat, Zîlan Hemo, Hind Ebdullah.

Helbestên kurdî: Aljîn Hemo, Silava Ararat û Anahîta Sîno.

Tablo "Jînda Xoce, Yara Hisko û Yesmîn Hesen"

(dg)

ANHA