​​​​​​​Di semînerekê de aloziya Sûriyeyê û rêbazên çareseriyê vegotin

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) semînerek li ser zloziya Sûriyeyê û rêbazên çareseriyê da.

​​​​​​​Di semînerekê de aloziya Sûriyeyê û rêbazên çareseriyê vegotin
2 adar, 2023   18:30
QAMIŞLO

Semîner bi beşdarbûna hejmarek rewşenbîr, kesayetên siyasî û civakî li avahiya HRRKʹê ya bajarê Qamişlo hat dayîn.

Sekretêrê Partiya Guhertin û Ronesans a Sûriyeyê Mistefa Qeleçî semîner bi rêve bir. Mistefa Qeleçî  behsa pêvajoya beriya deketina Fransa ya ji Sûriyeyê, pêvajoya desthilata Partiya Baasê û yekitiya di navbera Misir û Sûriyeyê de kir û got: " Nasnameya sûrî hat jihevistin. Dema Baas hat ser desthilatê destûrek bi destê xwe nîvisand ku sûrî ji mafên wan bêpar hiştin. Ji ber siyasetên vê partiyê pirsgirêk di pêkhateya aborî, civakî û siyasî ya Sûriyeyê de çêbû û di encama van siyasetan de serhildana gel di 2011ʹan de dest pê kir."

Qeleçî îşaret bi helwestên hêzên sûrî û muxalefetê ji tevgera gel a sala 2011ʹan kir û wiha got: "Muxalefet pir lawaz bû û li gorî berjewendiyên dewletan, di serî de Tirkiye, Qeter, Erebistana Siûdî, Rûsya û Amerîkayê tev geriya. Tu projeyeke siyasî ya çareseriyê li gel muxalefetê tune bû. Di encamê de rêyên qaşo çareseriyê li Cinêv û Astanayê derketin, pê re jî komîteya destûrî hat avakirin. Ev komîte nûnertiya tevahî sûriyan nake, lê belê ji bo berjewendiyên dewletên ku li ser hesabê doza Sûriyeyê destwerdanê dike, di serî de Tirkiye û Rûsyayê kar dikin."

Mistefa Qeleçî bal kişand ser rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyeyê û got: "Divê lihevkirin û xebat ji bo lidarxistina kongreyeke sûrî-sûrî çêbibe. Divê hêzên sûrî li ser pergaleke siyasî ya rêveberî ya nenavendî li hev bikin. Divê bingeha vê pergalê nîştimanî, lîberalî, lîak û demokratîk be. Li vir em dikarin balê bikişînin ser ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ev ezmûn ji çareseriyê re pêşeng e û ji pirsên sûriyan re bersiv e. Vê ezmûnê hêza xwe di beşdarbûna tevahî Sûriyayan di ronesansa Sûriyeyê de îsbat kir."

Semîner bi pirs û bersivên pirsên beşdaran bi dawî bû.

(bb)

ANHA