​​​​​​​Rêxistinên jinan alîkarî ji mexdûrên erdhejê ên li Helebê re şandin

Rêxistinên jinan ên li welatên cûda yên cîhanê alîkarî ji mexdûrên erdhejê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê re şandin.

2 adar, 2023   15:47
HELEB

Ji bo alîkardaryîna mexdûrên erdhejê, hejmarek rêxistinên jinan ên li welatên cuda yên cîhanê miqdareke pere da Meclisa Jinan a Sûriyeyê. Meclisa Jinan a Sûriyeyê ji aliyê xwe ve bi van pereyan paketên xwarinê kirîn û li şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku ji ber erdhejê re ziyan dîtine, belav dike.

Berdevka nivîsgeha Helebê ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Heyfa Hesen diyar kir ku wan 400 paketên xwarinê belav kirine û dê 400 paketên din belav bikin.

Heyfa Hesen got, piştî erdhejê rêxistineke jinan Awusturyayê têkilî bi Meclisa Jinan a Sûriyeyê re danî û pere şandin da ku pê paketên xwarinê bikire.

Heyfa Hesen ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir û wiha domand: "Pirsgirêka bingehîn a li pêşberî ne erdhej e, lê belê ambargo ye. Hikumeta Şamê nahêlin alîkarî derbas bibin. Alîkariyên ku derbas bûne jî pir kêm in ku pêwîstiyên tevahî gel bi cih nayîne. Taxa Şêxmeqsûdê tevahî gelên herêmê û yên ku heêrmên hikumeta Şamê jî hatine hembêz kir."

(bb)

ANHA