Li Minbicê panela 8ʹê Adarê

Nivîsgeha Jinan a Kombûna Jinan a Zenbûya ya Minbicê bi boneya 8ʹê Adarê panelek li dar xist.

Li Minbicê panela 8ʹê Adarê
Li Minbicê panela 8ʹê Adarê
Li Minbicê panela 8ʹê Adarê
Li Minbicê panela 8ʹê Adarê
Li Minbicê panela 8ʹê Adarê
Li Minbicê panela 8ʹê Adarê
Li Minbicê panela 8ʹê Adarê
Li Minbicê panela 8ʹê Adarê
Li Minbicê panela 8ʹê Adarê
Li Minbicê panela 8ʹê Adarê
2 adar, 2023   15:32
MINBIC

Panel li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê hat lidarxistin.  Endamên jin ên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, Meclisa Leşkerî ya Jinan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Jin û Rêveberiya Sivîl di panelê de amade bûn.

Destpêka panelê sînevîzyonek li ser têkoşîna jina azad hat dayîn. Piştre Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê Roz Îshaq qala dîroka jinan û rola wan di pêşxistina civakan de kir û got: "Destpêka dîrokê jinan roleke girîng û mezin di pêkanîna civakbûyîna mirovan de list. Jin hêza bingehîn a avakirina civakan û pêşxistina civakê bû. Li civakên ku ji aliyê jinan ve dihatin birêvebirin, azadî, edalet û wekhevî hebûn. Lê bi derketina pergala hiyerarşîk a dewletê re, mekanek û pîroziyên jinan ji dest hatin dayîn."

Roz Îshaq bi navê Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8ʹê Adarê li Rêber Abdullah Ocalan, tevahî jinên cîhanê, serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" pîroz kir.

Her wiha bang li hemû jinên cîhanê kir ku piştgiriyê bidin serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û helwest û têkoşîna xwe li hember planên li ser jinan bikin yek.

Roz Îshaq di dawiyê de got: "Çawa jinan bûyera bi êş û girava xwe kirin cejna hêviyê, dem hatiye ku em jî 8ʹê Adarê veguherînin roja azad û demokrasiyê. Em meha Adarê bikin meha têkoşîn û berxwedanê, em eşrê dewletan hilweşînin, maskan bînin xwarê û rastiyê ji tevahî cîhanê re derxînin holê."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Nezîfe Xelo jî 8ʹê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û bal kişand ser serhildanên jinan ên li gelak welatan.

Nezîfe Xelo îşaret bi şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir û got: "Şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bala tevahî cîhanê kişand. Divê em vê şoreşê û destkeftiyên şehîdan biparêzin. Divê li hemberî hemû kesên ku dixwazin şoreşa me têk bibin, bisekinin."

Panel bi nîqaşên di navbera beşdaran de bi dawî bû.

(bb)

ANHA