​​​​​​​Bi boneya 8ʹê Adarê civînek li Hesekê hat lidarxistin

Bi dirûşma "Bi jin, jiyan, azadî re, ber bi şoreşa jinê ve", Kongra Star civîneke li Hesekê li dar xist.

​​​​​​​Bi boneya 8ʹê Adarê civînek li Hesekê hat lidarxistin
2 adar, 2023   16:04
HESEKÊ

Bi boneya nêzîkbûna 8ʹê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Kongra Star civînek li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê li dar xist.

Di civîna ku bi dehan kes tê de hazir bûn de, berxwedana jinan hat vegotin.

Ji rêveberên Kongra Star ên Hesekê Gulîşan Elî qala berxwedana jinan kir.

Gulîşan Elî got, "Şoreşa ku bi ya jinan tê nasîn, têk naçe. Jin bi îradeya xwe û baweriya bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan bi hêz bûne. Her çiqasî zehmetî û kelem li pêşiya jinan derkevin, îradeya jinan û israra wan a rizgarkirina tevahî jinan naşkên."

Gulîşan Elî anî ziman ku ew ê berxwedana xwe ya ji bo rizgarkirina tevahî jinan û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam bikin.

Civîn bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.

(bb)

ANHA