Ji bo Raperîn Amed merasîma sersaxiyê

Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo ji bo Endama Meclisa Serokatiya Kongra Gel Delal Ezîzoglu (Raperîn Amed) merasîma sersaxiyê li dar xist.

Ji bo Raperîn Amed merasîma sersaxiyê
Ji bo Raperîn Amed merasîma sersaxiyê
Ji bo Raperîn Amed merasîma sersaxiyê
Ji bo Raperîn Amed merasîma sersaxiyê
Ji bo Raperîn Amed merasîma sersaxiyê
2 adar, 2023   11:54
QAMIŞLO

Merasîma sersaxiyê li Navenda Şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li Dêrikê hat lidarxistin û bi sedan şênî û endamên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarê bûn.

Di merasîmê de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Selma Xelîl axivî û behsa welatparêzî û têkoşîna malbata şehîd Raperîn a di oxira doza Kurd de kir.

Selma anî ziman ku şehîd Raperîn rastiya jina têkoşîner ku berxwedana Zindana Amedê ya Bakurê Kurdistanê û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re esas gitiye, temsîl kir.

Selma got ku şehîd Raperîn her tim li qadan bû, jin û civak li ser projeya neteweya demokratîk a Rêber Ocalan bi rêxistin dikirin û di oxira azadiya jinan de têkoşiya.

Selma Xelîl di dawiya axaftina xwe de got: "Şensê me hebû ku em bibin şagirtên şehîd Raperîn. Şehîd Raperîn her tim digot 'divê em jinê ji koletiyê rizgar bikin û li ser xeta şehîdan bi pêş bixin'. Tolhildana ji bo şehîd Raperîn, soz û erka tevahî jinan e."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis jî destnîşan kir ku şehîd Raperîn fermandar û sembola jina azad bû û wiha dom kir: “Tu carî koletî qebûl nedikir. Ji bo civaka ku rastî qirkirin û paşguhkirinê dihat, xwe feda kir.”

Yûnis her wiha bal kişand ser rola şehîd Raperîn di birêxistina civakê di nava komîn û meclisên gel de.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Raperîn Amed hate xwend û radestî dayikên şehîdan ên Dêrikê hate kirin.

Li gorî daxuyaniya PKK`ê, Delal Ezîzoglu (Raperîn Amed) 17′ê Hezîranê di êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû.

(fr/cx)

ANHA