​​​​​​​Parêzeran careke din serî li dozgeriyê da

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku muwekîlê xwe bibînin, careke din serî li dozgeriyê da.

​​​​​​​Parêzeran careke din serî li dozgeriyê da
2 adar, 2023   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN  

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo ku muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an ve li girtîgeha Îmraliyê tecrîdkirî ye û nêzî 2 salan e agahî jê nayên wergirtin.