Li Dêrazorê mayin teqiya: 5 kuştî, 40 birîndar

Li gundewarên rojavayê Dêrazorê di dema derbasbûna kamyonekê de mayinek teqiya, 5 kes hatin kuştin û herî kêm 40 kes jî birîndar bûn.

Li Dêrazorê mayin teqiya: 5 kuştî, 40 birîndar
2 adar, 2023   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya hikumeta Şamê, li gundewarên rojavayê Dêrazorê mayineke ji bermahiyên DAIŞ`ê bi kamyonekê de teqiya. Di encamê de 5 kes hatin kuştin û zêdetirî 40 kesî birîndar bûn.

Kesên di kamyonê de ji bo komkirina dobelan berê xwe dida herêma Kebacib a başûrê rojavayê Dêrazorê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku di bûyerê de 8 kes hatine kuştin û zêdetirî 35 kesan birîndar bûne.

Li gorî belgeyên SOHR`ê, li Sûriyeyê ji destpêka îsal de ji ber teqîna mayinên ji bermahiyên şer, 57 kes ku 2 ji wan jin û 18 jî zarok in, hatine kuştin û 118 kes birîndar bûne.

(cx)