​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îsraîl gefan li dijî başûrê Sûriyeyê dixwe

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa gefên Îsraîlê yên êrişên li ser başûrê Sûriyeyê, dosyaya karesatên xwezayî û xwespartina Lubnanê li dolar ji bo bazirganiyê, kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îsraîl gefan li dijî başûrê Sûriyeyê dixwe
2 adar, 2023   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewset li ser rewşa Sûriyeyê ev tişt nivîsand: "Balafirên bêmirov ên Îsraîlê di 2 rojên borî de belavok li parêzgehên Quneytera, Dera û başûrê Sûriyeyê belav kirin. Di belavokan de hişyarî ji fermandar û endamên artêşa Sûriyeyê re têkildarî paşguhkirina hewandina endamên Hizbullahê hatin kirin. Ev yek nîşan dide ku êrişên nû li dijî cihên belavbûna Hizbullaha Lubnanê yên li nêzî Colana dagirkirî pêk werin.

Di belavokan de hate gotin “Em hebûna Hizbullahê li baregeha Til Hara ya leşkerî û hevkariya bi çi rewşê dibe, qebûl nakin. Hizbullah xwe li herêmê berfireh dike, hebûna wê karesat û wêranî ye û di serî de hûn ê zirarê bibînin."

‘HEWLDANÊN CÎHANÊ JI BO PÊŞÎLÊGIRTINA KARESATÊN XWEZAYÎ TÊRÊ NAKIN’

Rojnameya El Ereb li ser karesatên xwezayî wiha nivîsand: "Piranî dewletên cîhanê hewl didin guhartina avhewayê lêkolîn bikin û ji bo karesatên xwezayî yên ji nişka ve bi rêya perwerde, kongre, navendên lêkolînê amade bin. Ev yek ji ber hişyariyên zêde ye. Ew jî di guhartinên jîngehê yên xeternak de diyar dibin.

Lê rapora dawîn a NY′yê diyar dike ku cîhan ji bo pêşîlêgirtina karesatên xwezayê ne amade ye.

Di rapora zanistî de hate destnîşankirin ku divê ji nû ve fikirandina li ser rêvebirina xetereyan were kirin. Ji ber cîhan ji bo ku li hember karesatên xwezayî ji erdhejê, lehî û bahozan bisekine, ne amade ye.

Li gorî daneyên nivîsgeha NY′yê ji sala 1990′an ve zêdetirî 10 hezar û 700 karesat; erdhej, teqîna volkanîk, ziwabûn, lehî, germahiya zêde, bahoz û hwd çêbûn, wan jî bandor li zêdetirî 6 milyar mirovên li tevahî cîhanê kir.

Di serî dejî lehî û bahoz bûn ku bi guhartina avhewayê re zêde bûn û ji sedî 42’yê karesatan in.

Herêma Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur jî li ber gelek xetereyan e; tunebûna avê, zêdebûna guhartinên avhewayê, zêdebûna zêde ya şêniyan û bicihbûna wan li bajaran, nexasim li avahiyên neewle.”

′LUBNAN DI BIHAKIRINA KEL Û PELAN DE XWE DISPÊRE DOLAR′

Rojnameya El Beyan têkildarî rewşa Lubnanê wiha nivîsî: "Lubnanê rûpela bihakirina bi lîreyê Lubnanê tewand û rûpela bihakirina bi dolar vekir. Dikanên firotina xurdemeniyê yên li Lubnanê ji bo pêkanîna biryara Wezareta Aboriyê di bihakirina kel û pelan de xwe spart dolar û li gorî nirxê dolar li sûkê divê pereyê lubnanî were dayîn an jî dolar.

Li gel rewşa heyî û nîşaneyan û rewşa siyasî ya hilweşiyayî, hîna dolar pir bilind dibe. Bi wê re buhayên xurdemenî û sotemeniyê pir bilind bûn, her wiha bihakirina kel û pelan li dikanên bazirganiyê bi dolar e."

(fr)