Li Iraqê daxwaza qewitandina balyozê Tirkiyeyê

Dewleta Tirk a dagirker derbaskirina qada hewayî ya Iraqê didomîne û sûcên dermirovî pêk tîne. Herî dawî Fermandarê Foca 80′yan a YBŞ′ê şehîd xist.

Li Iraqê daxwaza qewitandina balyozê Tirkiyeyê
2 adar, 2023   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya parlamentoya Iraqê, parlamenter Kerîm Yûsif Ebû Sode êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û derbaskirina qada hewayî ya Iraqê, şermezar kirin.

Ebû Sode ji Rojnewsê re wiha axivî: "Em hedefgirtina fermandarekî Heşid Şebî li parêzgeha Şengalê ji aliyê balafireke Tirkiyeyê ve, şermezar dikin."

Ebû Sode binpêirina serdestiya xaka Iraqê ji hêla dewleta Tirk ve şermezar kir û got rêya yekane ya çareserkirina pirsgirêkan, dîplomasî û diyalog e.

Parlamenterê Îtîlafa Dewleta Yasa Mihemed El Sihyûd bang li hikumeta Iraqê kir ku piştî êrişa dawîn li Şengalê, zextê li dewleta Tirk bike.

El Sihyûd diyar kir ku dewleta Tirk serweriya Iraqê û rûmeta wê binpê dike û got ku divê hikumeta heyî ya Iraqê mîna hikumeta Mistefa Kazimî, li hembr vê yekê bêdeng nemîne û ji bo parastina sînorên Iraqê, erkên xwe yên destûrî pêk bîne.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoyê Heyder El Selamê jî helwesta hikumeta Iraqê ya li hember êrişên dewleta Tirk wekî helwsteke lawaz bi nav kir û xwest ku balyozê Tirkiyeyê ji Iraqê bê qewitandin.

(fr/cx)