Dagirker rojhilatê Kobanê topbaran dikin

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêma di navbera gundên Xerbîsan û Koran ên Kobanê de topbaran dikin.

Dagirker rojhilatê Kobanê topbaran dikin
1 adar, 2023   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, artêşa Tirk a dagirker saet di 17:30′an de herêma di navbera gundên Xerbîsan û Koran a li rojhilatê Kobanê de bi guleyên hawinê topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava rojê de gundê Seyda, kampa Eyn Îsa û rêya M4 ên li Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kiribûn.

(fr)

ANHA