​​​​​​​′Sîstema kapîtalîstê penceşêr e, altarnatîf projeya Rêber Ocalan e′

Beşdarên konferansa "Azadî ji Abdullah Ocalan re...aştî û istiqrar li cîhanê" ya li Afrîka Başûr hate lidarxistin da zanîn ku sîstema kapîtalîstê êdî penceşêr e û zirarê li her derê dike û altarnatîfa wê projeya Rêber Abdullah Ocalan e.

​​​​​​​′Sîstema kapîtalîstê penceşêr e, altarnatîf projeya Rêber Ocalan e′
1 adar, 2023   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Beşa duyemîn a konferansa "Azadî ji Abdullah Ocalan re…aştî û istiqrar li cîhanê" rojnameger Hisên Adem bi rê ve bir. Di wê beşê de projeyên neteweya demokratîk, rêveberiya xweseriya demokratîk û avakirina aboriyê, her wiha konfedraliya demokratîk ku çareya Rojhilata Navîn e û Rêveberiya Xweser wek model hatin nîqaşkirin. Her wiha li ser sîstemên nû yên aboriyê, gihandina civakeke azad pêşxistina aboriya civakî li Rojhilata Navîn û tecrûbeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Axaftina destpêkê ha nûnerê Rêveberiya Xweser a li Lubnanê Ebduselam Ehmed bû. Ehmed behsa siyasetên Partiya Basê li Sûriyeyê, çawaniya çewisandina Kurdan û mehrûmkirina wan ji mafên wan, kir.

Ehmed diyar kir ku krîza li Sûriyeyê dema Kurdan xwe spart xeta sêyemîn dest pê kir û wiha got: "Ji ber ku şerê li Sûriyeyê veguherî şerê mezhebî di navbera hikumeta Şamê û Îslama siyasî ya bi nûnertiya Îxwan El Mislimîn ku bû sedema destwerdana dewleta Tirk a dagirker li kar û barên Sûriyeyê, Kurdan xwe spart xeta sêyemîn."

Ehmed wiha pê de çû: "Kurdan şoreşê li dar xist, civak di aliyên civakî, siyasî, leşkerî û ewlehî de bi rêxistin kir. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêma yekane ye ku tê de aştiya şêniyan hatiye parastin û tê de tu sûcên qetilkirinê li ser bingeha nasnameyê çênebûye."

Ehmed destnîşan kir ku civak li ser bingeha komîn û meclisan hate birêxistinkirin, rêveberiyên xweser û sivîl li herêmên ji çeteyên DAIŞ′ê hatine rizgarkirin hatin avakirin.

Ebduselam Ehmed wiha dawî li gotina xwe anî: "Tiştê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye pêkanîn, ji fikir û felsefeya Rêber Ocalan a li ser neteweya demokratîk e. Ev fikir mafên hemû gelan dûrî nijadperestî, keysbazkirin û dûrxistinê, misoger dike."

Her wiha lêkolînerê Rêxitina Eilrich, Sean Hatting behsa çawaniya bikaranîna aboriyê di kontrolkirin gelan de ji hêla sîstema kapîtalîs kir û got: "Sîstema kapîtalîst xwe dispêre qezenca mezin  û bi pereyan mirovan kontrol dike."

Hatting diyar kir ku mafên karker û pêdiviyên xwe li gel kapîtalîstê ne tiştekî bingehîn e û wiha domand: "Kapîtalîst girîngiyê nade jîngeh û çandiniyê, lê ji wê zêdetir bi rêya kargehên zêde jîngehê qirêj dike. Ji lew re pêdivî bi xwespartina li fikir û felsefeya Rêber Ocalan heye."

Her wiha berdevka PYD′ê Sema Begdaş behsa aboriya civakî ku altarnatîfa sîstema qezenca mezin ku sîstema kapîtalîsê xwe dispêrê kir û got: "Êdî sîstema kapîtalîsê penceşêrekî ku li her derê belav dibe û zirarê dike, ji lew re divê em xwe bispêrin fikrê Rêber Ocalan a parastina jîngehê û têkbirina keysbaziyê û kontrolkirina kedên welatiyan."

Sema behsa modela aboriya civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û koperatîfan kir û çawaniya pêkanîna aboriya civakî û girîngîdayîna peydakirina pêdiviyên gelê şîrove kir.

Dûre nîqaşên li ser vê beşê dewam kirin.

(fr)

ANHA