​​​​​​​Bi dîmen; dagirkeran li Efrînê bi dehan dar birîn

Di dîmenekê de ku ji Efrînê hatiye, diyar dibe ku çeteyên ‘Sultan Suleyman Şah (El Emşat)’ bi dehan darên gûz û behîvan dibirin.

​​​​​​​Bi dîmen; dagirkeran li Efrînê bi dehan dar birîn
1 adar, 2023   11:45
ŞEHBA

Di dîmenan de diyar dibe ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi dehan darên gûz û behîvan ên welatiyekî ji gundê Gûbelekê yên li deşta Qere Cirnê ya navçeya Şerayê dibirin.

Birîna daran li Efrîna dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, ji bo xirakirina xwezayê û guhertina demografiyê didome.

(cx)