​​​​​​​Di êrişa li Şengalê de endamekî Asayîşa Êzîdxanê şehîd bû

Asayîşa Êzidxanê têkildarî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser navenda Şengalê daxuyaniyek da û da zanîn ku di encama êrişê de endamê rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Şerzad Şemo Qasim şehîd bûye.

​​​​​​​Di êrişa li Şengalê de endamekî Asayîşa Êzîdxanê şehîd bû
1 adar, 2023   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker îro li navenda Şengalê êrişekî hewayî pêk anî. Der barê êrişa hewayî de Asayîşa Êzidxanê daxuyaniyek da. Asayîşa Êzîdxanê ev agahî parve kirin:

“Wekî tê zanîn îro 1’ê Adarê, saet derdora 11:30’an li navenda Şengalê li dijî wesayîta me ya Asayîşa Êzîdxanê êrişek çêbû. Di vê êrişê de hevrêyê me, ji Rêveberiya Asayişa Êzîdxanê Şerzad Şemo Qasim şehîd ket.

‘ÊRIŞ BI PLANSAZIYA DEWLETA TIRK Û PDK’Ê PÊK HATIYE’

Der barê vê êrişê de em ê agahiyên berfireh bi gelê xwe re û raya giştî re parve bikin. Lê em dizanin ev êriş plansaziya dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê ye ku bi destê xayîn û xwefiroşan pêk hatiye.

Em di serî de ji malbata hevalê xwe Şerzad û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em dibêjin ji bo parastina gelê me, ji bo parastina Êzîdxanê çi bedel ji me were xwestin em ê bêyî dudilî vê bedelê bidin.

Em bang li hemû gelê xwe û pêkhateyên Şengalê jî dikin ku li dijî van êrişên qirkirinê xwedî biryar û helwesteke xurt bin. Dijminên Ezdatiyê dixwazin fermana li ser civaka me berdewam bikin. Em careke din radigihînin ku Asayîşa Êzîdxanê parezvanê gelê xwe ye û em ê îradeya gelê xwe, îradeya Şengala xweser û azad teslîmî tu kesî nekin.”