​​​​​​​Dewleta dagirker êrişên li ser Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî didomîne

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, tevî karesata erdhejê jî, êrişên li ser herêmê didomîne.

​​​​​​​Dewleta dagirker êrişên li ser Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî didomîne
1 adar, 2023   11:58
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker tevî rewşa mirovî ya giran li herêmê ya ji ber erdheja 6`ê Sibatê jî, topbarankirina herêmên li gundewarên kantona Girê Spî ya dagirkirî û navçeya Eyn Îsayê yên nêzî eniyên şer dewam dike.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer ku ji dezgehên çapemeniyê yên li navçeya Eyn Îsayê re axivîbû, anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina ewlehiya herêmê, bi çekên sivik û giran êrişên li djiî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî, dewam dike.

El Omer destnîşan kir ku dagirker rêya M4 û saziyên xizmetguzariyê yên li ser rêyê jî dikin hedef û bi vê yekê dixwazin tevgera rojane ya şêniyan li ser rêyê rawestînin.

El Omer got ew ê berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bidomînin.

(cx)