Bîlançoya mehekê ya êrişên dagirkeriyê yên dijî herêma Efrînê

Dewleta Tirk a dagirker di Sibatê de 97 caran êrişî gund û navçeyên kantona Efrîn û Şehbayê kir. Di wan êrişan de welatiyek şehîd bû, yek jî birîndar bû.

Bîlançoya mehekê ya êrişên dagirkeriyê yên dijî herêma Efrînê
1 adar, 2023   06:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî karesat erdhejê jî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên dijî kantona Efrîn û Şehbayê nesekinandin.

Dewleta dagirker di Sibatê de 97 caran gund û navçeyên kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kirin.

Gundên hatine topbarankirin ev in; “Semûqa, Til Medîq, Bendava Şehbayê, Şêx Îsa, Hirbil, Bêlûniyê, Kefer Nasih, Merenaz, Wehşiyê, Til Rifet, Xirab Şemsê, Kilûtê.”

Di 16`ê Sibatê de dewleta tirk a dagirker bajarokê Til Rifet bi 6 roketên hewanan topbaran kir. Di encamê de kalepîrê bi navê Yûsif Ebid (70) şehîd bû û Şêx Taha Ebdulfetah (50) jî birîndar bû.

(cx)

ANHA