PDK Û YNK’ê têkildarî hilbijartinê li ser 4 xalan li hev kirin

Komîsyonên PDK û YNK’ê yên hilbijartinê li hev civiyan û ji bo sererastkirina yasaya hilbijartinê li ser 4 xalan lihev kirin.

PDK Û YNK’ê têkildarî hilbijartinê li ser 4 xalan li hev kirin
28 sibat, 2023   19:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên medya PDK û YNK’ê dane, herdu komîsyonên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)  û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) yên hilbijartinê îro civiyane û li ser 4 xalan lihev kirine.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, li ser van 4 xalan lihev kirin.

Hilbijartin bi 4 bazinan were kirin.

Hilbijartin wê nîvî bi lîsta vekirî û nîvî bi lîst girtî be.

Hejmara kursiyên bazinan li ser hîmê daneyên Wezareta Bazirganî ya Iraqê be.

Ji bo sûdwergirtina ji lîsteya dengdana Iraqê, hemahengî li gel Komîsyona Iraqê were kirin.