​​​​​​​10 salên xelekeke ragihandina azad: ANHA

Ajansa me ANHA’yê, 1O salên xwe yên tijî têkoşîn û fedakariyên mezin ji bo eşkerekirina rastiya Rojhilata Navîn ji cîhanê re temam kir û bû jêdereke rastiyê.

​​​​​​​10 salên xelekeke ragihandina azad: ANHA
28 sibat, 2023   23:34
QAMIŞLO - SOLÎN EHMÊ

Ajansa me Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), di 1′ê Adara 2013′yan hate damezirandin û bi serbilindî derbasî sala xwe ya 11′an dibe.

ANHA parçeyek ji têkoşîn û berxwedana 10 salan a ragihandina azad e. ANHA′yê piştî destpêkirina Bihara Gelan li Rojhilata Navîn dest bi rêveçûn û rêwîtiya xwe kir û li herêmê pêngaveke têkoşînê ya ragihandinê ava kir. Bi damezirandina wê re ev têkoşînê bi pêş ket. Her wiha bi Şoreşa 19′ê Tîrmehê re ajans ji gelên Rojhilata Navîn re bû neynik.

Li dijî zîhniyeta desthilat, kapîtalîst, destpot, baviksalarî û dagirkeriyê de têkoşîn, berxwedana gelan û baweriyên wan derxiste holê û felsefeya jiyana azad raber kir. Li ser rêya ragihandina azad a li dijî ragihandina desthilat ajans bû deriyê reng, dengê gelan, bawerî û çandan.

Di encama têkoşîna wê ya gur de, ajansê hewl da birêxistinbûna xwe li hemû herêmê belav bike û li Rojhilata Navîn berfireh bike. Ew yek bi rêya 17 navendên li herêmên Heleb, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûçegihanên li Lubnan û Misirê û zêdetirî 120 endamên xwe ku rastiyê ji cîhanê re eşkere bikin, pêk hat.

BÛ DIKA RASTIYÊ

Di 10 salên belavkirina nûçeyên xwe yên bi 6 zimanan (erebî, kurdî, tirkî, îngilîzî, spanî û rûsî) de bû dika derbirîna rastiya gelan, roleke girîng di gihandina civakeke demokratîk û azad de lîst. Ji lew re wek jêdera rastiyê hate qebûlkirin û tevahî beşên civakê wê dişopînin.

JI CÎHANÊ RE RASTIYA ŞOREŞÊ RABER KIR

ANHA ku li herêmê bûye dika rastiyê, karî dengê şoreşê bigihanda hemû cîhanê û heta gelek saziyên ragihandinê yên derve wê wek jêdereke bingehîn ji bo şopandina rûdanê li herêmê, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin esas. Gelê cîhanê, sîstem û saziyên demokratîk wê ji bo bûyerên li herêmê dişopînin.

JI RAGIHANDINÊ RE BÛ DIBISTANEK

Bi rêya hewla ajansê ya eşkerekirina rastî û şoreşê bû dibistanek ji bo belavkirina ramanên ragihandina azad. Di 10 salan de bi dehan kesan perwerde li ser ragihandinê di ajansê de bir û bûn xwedî nasnameya rojnamegeriyê û gelek ji wan jî niha di mecala ragihandinê de li saziyên ragihandinê yên dîtir ên li herêmê dixebitin.

FEDAKARIYÊN MEZIN

Bê guman, ev berhem bi hêsanî nehatin bidestxistin, lê belê bi têkoşîna dijwar û fedekariyên mezin pêk hatin. Di çarçoveya şertên dijwar û metirsiyan de nûçegihanên ajansa me jiyana xwe di oxira derxistina rastiyan û şopandina pêşdeçûnên dawî li herêmê de xistin xeteriyê. Bi wê re 5 nûçegihanên me li ser vê rêyê şehîd bûn.

Di 12′yê Cotmeha 2017′an de di dema şopandina hevalên me Rizgar Denîz, Hogir Mihemed û Dilîşan Îbiş de ji rewşa şêniyên ji hovîtiya çeteyên DAIŞ′ê li Baxozê de direvîn û berê xwe da herêmên rizgarî, wê demê çeteyan bi erebeyên bombebarkirî êrişî şêniyan kir, di encamê de Dilîşan û Hogir şehîd bûn û Rizgar bi giranî birîndar bû, lê piştî 2 mehan Rizgar di 18′ê Kanûna heman salê de şehîd bû.

Lê hevalê me, Seed Ehmed di şopandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Serêkaniyê yên 13′yê Cotmeha 2019′an de şehîd bû.

Di vê dawiyê de jî, di 20′ê Mijdara 2022′yan dema şopandina bertekên gel li dijî bombebarankirina gundê Teqil Beqil ê Dêrikê de ji hêla dewleta Tirk a dagirker hevalê me Îsal Ebdullah şehîd bû.

Ajansa me dê di 11 saliya xwe de têkoşîna xwe bêyî dudilî li ser şopa rastiyê dewam bike, da ku civakeke demokrat û azad bigihîne, asta ragihandina rastiyê bilind bike, sûdê ji tevahî rewşan bigire, xewn û armancên şehîdên ragihandina azad pêk bîne.

(fr)

ANHA