​​​​​​​ʹBi Pêşengiya Ocalan wê demokrasî li Rojhilata Navîn pêk wereʹ

Beşdarên Konferansa "Azadî ji Abdullah Ocalan re, li cîhanê aştî û istiqrar"  ramanê Rêber Abdullah Ocalan bi fikrekî pêşketî bi nav kir û gotin: "Çawa demokrasî li Afrîkyaya Başûr pêk hat wê bi Pêşengiya Rêber Ocalan li Rojhilata Navîn jî pêk were."

​​​​​​​ʹBi Pêşengiya Ocalan wê demokrasî li Rojhilata Navîn pêk wereʹ
28 sibat, 2023   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferansa ′Azadî ji Abdullah Ocalan re...aştî û îstîqrar li cîhanê′ ya ku ji aliyê koma xebata Kurdî ya mafên mirovan a Afrîkaya Başûr ve bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyeyê hatiye organîzekirin, li bajarê Cape Townê dewam dike.

Piştî axaftina berdevkê Partiya Desthilat a Afrîkaya Başûr-Kongreya Nîştimanî Cameron Dugmore, berdevkê  Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur axivî. Munzur girîngiya lidarxistina konferansê li dewleteke mîna Afrîkyaya Başûr destnîşan kir û got, li vî welatî bi pêşengiya Nelson Mandela têkoşereke xurt li dijî nîjadperestiyê hate meşandin.

Munzur bal kişand ser xalên hevbeş ên di navbera têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna Nelson Mandela de, mercên revandina herdu têkoşeran û tecrîda li ser wan. Munzur girîngiya piştevaniya gelê Afrîkyaya Başûr ji bo gelê Kurd destnîşan kir.

Ferzende Munzur îşaret bi Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana wî di girtîgeha gireva Îmraliyê de kir û got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelan têkoşînê dike."

Munzur anî ziman, çawa demokrasî li Afrîkyaya Başûr pêk hat, eger gel ji bo azadî, edalet û demokrasiyê hevgirtî be wê bi serkêşiya Rêber Ocalan li Rojhilata Navîn jî pêk were.

Munzur destnîşan kir ku ramanê Rêber Ocalan ê modernîteya demokratîk alternatîfa modernîteya kapîtalîlzmê ye.

KESAYETEK NAVDAR DI TÊKOŞÎNA LI AFRÎKYAYA BAŞÛR: REWŞA KURDAN BI GELEKÎ JI YA ME DIJWARTIR E

Çalakvanê mafên mirovan, kesayetê navdar ê di têkoşîna Afrîkaya Başûr ya li dijî nîjadperestiyê de Dadwer Albie Zaks jî beşdarî konferansê bû. Zaks ê ji hêla Nelson Mandela ve wekî dadwer di yekem dadgeha destûrî ya welêt de hate erkdarkirin di konferansê de axivî.

Alibe Zaks behsa hevdîtinên xwe yên bi gelê Kurd re kir. Hevdîtin sala 1968ʹan di konferanseke Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de dest pê kir. Alibe Zaks got: "Me digot rewş li Afrîkyaya Başûr zehmet e, lê rewşa gelê Kurd bi gelekî ji rewşa me zehmetir e. Ez gelekî bi bandor bûm ku cîhan tu girîngiyê nade vê gelî. Mirovahî ya ku got ji Mandela re azadî, heta niha ji bo Ocalan ev tişt negotiye."

Alibe Zaks diyar kir ku ramanê Rêber Ocalan ne ji bo komeke etnîkî tenê ye û wiha domand: "Ev fikir gelekî pêşketî ye, ji ferd û malbatê dest pê dike heta civakeke demokratîk ava bibe ku jin û mêr tê de di erk û mafan de wekî hev bin. Gelek caran ez çûm Tirkiye. Di her carê de behsa pirsgirêka kurdî dikirin. Min ji wan re got, ev ne pirsgirêka kurdî ye, lê pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Digotin hejmara Kurdan kêm e, lê di dema hilbijartinan de behsa Kurdan dikin. Tiştekî girîng di destê Kurdan de heye. Me jî heman êş kişand. Ez amade me fikirên xwe bi Kurdan re parve bikin. Em piştgiriyê didin Kurdan. Ya herî girîng ew e ku em ji hev fêr bibin. Me jî ji tunebûnê hebûn afirand. Divê Kurd jî wisa bikin. Şaştiyên me jî hebûn, lê me demokrasî û destûreke demokratîk a baş ava kir. Me berhemên têkoşînê qezenc kir. Ez bi hêvî me ku Kurd jî vê yekê pêk bînin."

KOMA XEBATÊ YA KURD: JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN DIVÊ HEWLDAN BÊ KIRIN

Hevserokê Koma Xebata Kurdî ya Mafên Mirovan a Afrîkaya Başûr Mihmûd Batil anî ziman ku kombûna kesayetên bi bandor li Afrîkyaya Başûr divê bibe xwedî roleke di piştevaniya gelê Kurd de û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê hewldan werin kirin.

Piştî axaftinan, mijara yekemîn a bi navnîşana fikirên Rêber Abdullah Ocalan û neteweya demokratîk dest pê kir. Ev mijar ji aliyê têkoşerê dêrîn ê Afrîkyaya Başûr Cewa Mûsa ve hat birêvebirin.

Di vê mijarê de Berdevkê Partiya Komunîst a Afrîkaya Başûr Barry Mitche got,  Rêber Abdullah Ocalan ji bo avakirina civakeke demokratîk tê dikoşe û girîngiyê dide perwerdeyê da ku civakê ji nezanbûnê dûr bixe, her wiha hewl dide civakeke nû ava bike  û girîngiyê dide aboriyê.

Barry Mitche got: "Dema ku tu di girîgehê de bî zehmet e tu afrîner bî. Ocalan civaka Rojhilata Navîn baş nas dike, ji ber vê yekê çareserî jê re danîn. Fikirê Ocalan ji bo Rojhilata Navîn fikirekî demokratîk ê nû ye."

Mitch anî ziman ku burokrasî tevgerê sist dike, lewma li Afrîkaya Başûr jî pêdiviya wan bi îdeolojiyeke mîna Rêber Ocalan heye, tercîh dikin ku jê re bibêjin "Ocalanîzm." Her wiha got, konfederalîzma demokratîk a ji aliyê Rêber Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin ji bo wan jî gelekî girîng e.

Serokê Kongreya Sendîqeyên Karkeran ên Afrîkyaya Başûr  Melvin De Bruyne  piştgiriya xwe wekî sendîqeyên Karkeran bi Rêber Abdullah Ocalan û hewldanên xwe yên ji bo azadiya wî ya fîzîkî anî ziman.

Konferans bi nîqaşên di navbera beşdaran de dewam dike.

(bb)

ANHA