​​​​​​​Meclisa Efrîn û Şehbayê bîlançoya zirarên erdhejê eşkere kir

Meclisa kantona Efrîn û Şehbayê bîlançoya zirarên erdheja 6’ê Sibatê eşkere kir.

​​​​​​​Meclisa Efrîn û Şehbayê bîlançoya zirarên erdhejê eşkere kir
28 sibat, 2023   13:14
ŞEHBA

Meclisa kantona Efrîn û Şehbayê ji bo eşkerekirina bîlançoya zirarên erdhejê, xebatên deste û komîteyên wê, civîneke çapemeniyê li navenda xwe ya li Kampa Serdemê ya li gundê Til Sosin li dar xist.

Têkildarî mijarê hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek Hisên daxuyanî xwend. Di daxuyaniya meclisê de ev tişt hate gotin:

"Pişît derbasbûna 3 hefteyan di ser erdheja wêranker a li herêmê re em sersaxiyê ji malbatên mexdûrên erdhejê re dixwazin û hêviya şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin.

Erdhejê azarên koçberên Efrîn û Şehbayê yên li herêmên Şehba û Şêrawayê dimînin ku di bingeh de ji herêmên xwe ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine koçberkirin û di sûcên xwe de dewam dikin, zêde kirin. Li kêlek wê jî dorpêça hikumeta Şamê li dijî Şehbayê ev azar zêde kirin.

Erdhejê zirarên mezin bi mal û dibistanan kirin. Rêveberiya kantona Efrîn û Şehbayê bi hemû saziyên xwe bi taybet komîn, meclis, şaredarî û Desteya Kar û Barên Civakî têkilî bi gel re danîn û ew ji herêmên xeter bi dûr xistin. Di encama erdhejê de 10 kes birîndar bûn, 2 ji wan bi giranî birîndar in.

Rêveberiya komîteya pîşeyî ji bi keşfkirina malên zirar pê bûne, hate avakirin, her wiha komîteya pîşeyî alîkarî ji endazyarên ji Helebê xwest ku kefşa dibistanan bikin. Bi wê re hate diyarkirin ku nêzî hezar mal, 3 dibistan bi awayekî zêde zirar dîtine. Di encamê de bi hezaran xwendekar bê perwerde man.

Rêveberiya kantonê bang li şêniyên me yên li Helebê bi tevahî pêkhateyên wê û cihên niştecihbûna wan kir ku berê xwe bidin Şehbayê. Bi wê re nêzî 20 hezar kes hatin Şehbayê û ji hêla koçberan ve hatin pêşwazkirin û bi derfetên kêm alîkariya hev kirin.

Ji bo erdhejê û koçberiya mezin a ber bi Şehbayê ve, rêveberiyê 53 kon ji xwendekaran re veda, 400 kon li şêniyên Efrîn û Şehbayê belav kir, her wiha 25 lître mazot weke karekî lezgîn li 25 hezar malbatên li kantona Şehbayê belav kir.

Rêveberiyê 350 kon li Kampa Serdemê, 50 kon li Kampa Vegerê ya li Şêrawayê, 20 kon li Kampa Berxwedanê ji bo malbatên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û malbatên li Şehba û Şêrawayê ku zirar dîtine, belav kirin."

(fr)

ANHA