Dewleta Tirk mêtingeheke din li Şerayê çêdike

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku qaşo “Meclisa Xwecih” ku bi fermana yekser a dewleta Tirk a dagirker dixebite, avahiyeke mêtingehiyê ya nû li gundê Qere Tepe yê Şera bi rêya vedana konan çêdike.

Dewleta Tirk mêtingeheke din li Şerayê çêdike
28 sibat, 2023   12:33
ŞEHBA

Ji bo amadekariya avakirina avahiyeke nû ya mêtingehiyê li kantona Efrînê ya dagirkirî “Meclisa Xwecih” a dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Saziya Rîsale ya Îxwanî 170 kon wek qonaxa destpêkê li gundê Qere Tepe yê Şerayê vedan.

Dewleta Tirk a dagirker bi destek û fînansekirina komele û rêxistinên îxwanî yên dewletên Kendavê û Filistînê sûcên guhartina demografîk dewam dike.

(fr)

ANHA