​​​​​​​Şervanê QSD`ê Îsmaîl Hesekê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê QSD`ê Îsmaîl Hesekê li Goristana Şehîd Dijwar oxir kir.

​​​​​​​Şervanê QSD`ê Îsmaîl Hesekê hat oxirkirin
​​​​​​​Şervanê QSD`ê Îsmaîl Hesekê hat oxirkirin
​​​​​​​Şervanê QSD`ê Îsmaîl Hesekê hat oxirkirin
​​​​​​​Şervanê QSD`ê Îsmaîl Hesekê hat oxirkirin
​​​​​​​Şervanê QSD`ê Îsmaîl Hesekê hat oxirkirin
​​​​​​​Şervanê QSD`ê Îsmaîl Hesekê hat oxirkirin
​​​​​​​Şervanê QSD`ê Îsmaîl Hesekê hat oxirkirin
28 sibat, 2023   13:23
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Hesek, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîma oxirkirina şervanê QSD′ê Ehmed Hisên (Îsmaîl Hesekê) bûn. Îsmaîl Hesekê di encama krîza dil de di 26′ê Sibatê de şehîd bû.

Li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ya Hesekê, beşdaran wêneyên şehîd hildan.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ezîze Yûsif di destpêka axaftina xwe de wiha  got: ”Em di şexes şehîd Îsmaîl de hemû şehîdên azadiyê yên ku ji bo azadkirina xaka xwe her tiştê buha feda kirine, bi bîr tînin.”

Ezîze wiha domand: ”Em hemû şopdarên rêya şehîdên xwe ne û heta pêkanîna azadiya ji gelan re dev ji destkeftiyên xwe bernadin."

Yek ji fermandariya Meclisa Leşkerî ya  Herêma Cizîrê Evînar Dêrîk behsa têkoşîna şehîd Îsmaîl kir û got:” Şehîd Îsmaîl berxwedaneke dîrokî nîşan da, bi hemû hêz û îradeya xwe li hember dijminên herî dijwar sekinî.”

Evînar diyar kir ku  serkeftin dê bi berxwedana gel û piştgiriya wî ji hêzên leşkerî re pêk bê.

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

Di dawiyê de di nava tilîliyên dayikan  û diruşmêna "bijî berxwedana şehîdan" û"şehîd namirin" cenazeyê şehîd hate veşartin.

(zh)

ANHA