ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-02-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-02-2023
26 sibat, 2023   23:00

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê merasîmê bîranîna 29 şehîdên mehên Çile û Sibatê li Hola PYDʹê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê salvegera rizgarkirina navçeyê ji çeteyên DAIŞʹê li navenda çandê pîroz dikin, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Qamişlo girtina deriyê Pêş Xabûr ji aliyê PDK`ê ve li pêşiya alîkariyên mirovî şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek El Hisên got, hemwextî ku herêm di karesateke mirovî re derbas dibe, hikumeta Şamê dorpêça li ser her du kantonan girantir dike û piraniya alîkariyan desteser dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di demekê de dewlet alîkariyên mirovî pêşkêşî mexdûrên erdhejê nakin, gelek ciwanan li ser medyayên dîjîtalê însiyatîfên takakesî yên komkirina alîkariyan ji mexdûran re organîze kirin. (BI WÊNE).

JIN

- Evîn, Sara û Zîlanê werzîşa karateyê hilbijartiye û dibêjin “Karateyê hêz û bawerî li cem me çêkir. Pêwîstiya me bi tu kesî nîn e ku me biparêze, em fêr bûn xwe bi xwe biparêzin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya Kooperatîfan a Tebqayê bi rêya danîna 20 baxçeyên sergirtî hewl dide rêgeza xwetêrkirinê pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA