Çîroka 3 jinên ciwan a karateyê; hêz, bawerî û ewlehî

Evîn, Sara û Zîlanê werzîşa karateyê hilbijartiye û dibêjin “Karateyê hêz û bawerî li cem me çêkir. Pêwîstiya me bi tu kesî nîn e ku me biparêze, em fêr bûn xwe bi xwe biparêzin.”

Çîroka 3 jinên ciwan a karateyê; hêz, bawerî û ewlehî
27 sibat, 2023   04:34
QAMIŞLO - DELÎLA GABAR

Evîn Bile, Sara Suhêl û Zîlan Xalid ji Qamişloyê ne. Van her sê jinên ciwan çavê xwe li dinyayeke pergala mêran lê serwer e, vekiriye. Evîn, Sara û Zîlanê di nava civakekê de ku pêkan e di her kêliyê de tundî li hemberî wan bê kirin, xwe fêrî xweparastina fîzîkî û karateyê dikin.

Evîn Bile (21) ji zaroktiya xwe ve ji vê werizşê hez dike. Dixwest tev li koma karateya jinan bibe. Nêzî 10 salan e perwerdeya karateyê dibîne, li kêleka wê jî di Beşa Laboratuarê de dixwîne.

/kr/uploads/files/2023/02/26/200634_evn-2.webp

Evîn li ser fêrbûna xwe ya karateyê vê dibêje: “Fêrbûna karateyê ji bo jinên ciwan derfeteke gelekî baş e da ku xwe biparêzin. Baweriyeke mezin li cem min çêkir. Xeyala min e ku bibim mamosteya karateyê û hînî zarokên keçîn bikim.”

‘PÊWÎSTIYA MIN BI KESÎ NÎN E KU MIN BIPARÊZE’

Zîlan Xalid (14) jî hem dibistana xwe dixwîne, hem jî hînî karateyê dibe. Zîlan dibêje: “Ez gelekî ji werzîşê hez dikim. Daxwaza min a sereke ji fêrbûna karateyê ku ez bi xwe fêr bibim û parastina xwe bikim da ku pêwîstiya min bi parastina tu kesî nebe.”

Zîlan dixwaze hem bibe mamosteya zimanê kurdî, hem jî mamosteya karateyê. Ew di vê derbarê de wiha dibêje: “Ji ber ku zimanê me hebûna me ye. Li kêleka wê jî dixwazim zarokan fêr bikim çawa xwe biparêzin û ji xwe bawer bin.”

‘KEÇÊN XWE BIŞÎNIN KARATEYÊ DA KU BI XWE BAWER BIN’

/kr/uploads/files/2023/02/26/200702_sara-2.webp

Jina ciwan Sara Suhêl (22) jî di zanîngehê de beşa hiqûqê dixwîne, her wiha mamosteya karateyê ye. Ji biçûkaniya xwe ve ji werzîşê û bi taybet ji karateyê hez dike. Sara dibêje: “Ji bo min werzîş hêz e, werzîş tenduristiyê û gelek tiştan dide mirov. Werzîş enerjiya mirov a neyînî jî derdixe. Divê di civakê de jî werzîş bi nirx bê dîtin.”

Sara Suhêl li ser hezkirin û behreya xwe ya karateyê jî got: “Ez ji her tiştê girêdayî karateyê re rêzdar im, hetanî ji cil û pêlavên wê jî. Min beriya 4 salan dest bi karateyê kir, di biçûkaniya xwe de ez jê qut bûbûm lê bi saya mamosteyê xwe careke din ez lê vegeriyam. Bandoreke mezin li kesayeta min kir, karateyê hêz da min. Fêr bûm ka çawa parastina xwe bikim. Ewlehî da min.”

Di dawiyê de Sara Suhêl daxwaza xwe wiha anî ziman: “Daxwaza min e ku di pêşerojê de bibim pispora vê werzîşê û şagirtan perwerde bikim. Ez ji perwerdekirina zarokên keçîn hez dikim û li cem jinên ciwan jî bi pêş bixim. Temenê werzîşê tune ye.”

ANHA