​​​​​​​Rêveberiya Kooperatîfan aTebqayê 20 baxçeyên sergirtî danîne

Rêveberiya Kooperatîfan a Tebqayê bi rêya danîna 20 baxçeyên sergirtî hewl dide rêgeza xwetêrkirinê pêk were.

​​​​​​​Rêveberiya Kooperatîfan aTebqayê 20 baxçeyên sergirtî danîne
27 sibat, 2023   00:52
TEBQA-EBDUREHMAN EL SALIH

Rêveberiya Kooperatîfan a Tebqayê destpêkirina sala 2023`yan  li devera Ebû Qibê ya çandiniyê dest bi danîna baxçeyên sergirtî kir.

Rêveberî ji vê gavê armanc dike ku pêwîstiya herêmê ya sebzeyan di zivistanê de peyda bike ji ber ku gelek cure li herêmê peyda nabin û anîna wê ji derveyî herêmê zehmet e, nexasim ji aliyê dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Şamê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve di nava dorpêçê de ye.

Rêveberiya Kooperatîfan li devera Ebû Qibê ya rojhilatê Tebqayê li erdekî 15 donimî 20 baxçeyên sergirtî danîne. Di vê projeyê de cureyên cuda yên sebzeyan hatine çandin. 10 baxçeyên ji bo bacanên sor, 6 ji bo xiyar, 2 ji bo bacanên reş, 2 ji bo îsot hatine veqetandin. Di vê projeyê de 38 karker kar dikin.

Dirêjahiya her baxçeyekî 57 metre û firehiya wê 9 metre ye. Baxçe bi rêya toreke dilop dilop tê avdan û pîvanek ji bo germahiyê şiliyê hatiye danîn. Her wiha pergaleke germkirinê ku li ser kehrebeyê dixebite jî heye.

Li gorî endazyarê beşa çandiniyê û çavdêrê projeyê Ehmed El Himêdî, ji vê projeyê armanc dikin ku bibe tovikeke serkeftî ku ji wê dest bi projeyên din bikin heta ku li herêmê rêgeza xwetêrkirinê peyda dibe.

El Himêdî wiha berdewam kir: “Bi rêya vê projeyê em dixwazin pêwîstiya sûkan a sebzeyên havînê di zivistanê de bi cih bînin û derfetên kar ji bo gelek peyda bikin.”

Her wiha Ehmed El Himêdî diyar kir ku dê çaverêye hilberîn piştî mehekê dest pê bike û got, dibe hilberîna bacanên asor bigihêje 10 tonan, ya îsot û xiyarê bigihêje 6 heta 7 tonan.

El Himêdî ev li gotinên xwe zêde kir: “Dibe ku miqdarên berhemên van baxçeyan ne têrker bin. Em dixwazin ev proje bibe tovika projeyên din ku cotkar teşwîq bike ji bo dest bi mîna van projeyan bikin û rêgeza xwetêrkirinê li herêmê pêk were.”

)şx)

ANHA