Hunermend Seîd Yûsif li Qamişloyê hat bibîranîn

Hunermend Seîd Yûsif di salvegera 3ʹyemîn a wefata xwe de li Qamişloyê hat bibîranîn.

26 sibat, 2023   17:09
QAMIŞLO

Hunermendê Kurd, mîrê bizqê Seîd Yûsif di salvegera 3ʹyemîn a  wefata xwe de li Qamişloyê hat bibîranîn.

Bîranîn bi beşdarbûna bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo, hunermend, rewşenbîr, malbata hunermend Seîd Yûsif, nûnerên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê li Hola Zana hat lidarxistin.

Merasîm bi axaftina kurê Seîd Yûsif, Şepal Yûsif dest pê kir. Şepal Yûsif anî ziman  ku bavî wî wefedarê gelê xwe, çand û zimanê kurdî bû.

Şepal Yûsif spasiya beşdaran kir û got, ew ê xeta bavê xwe bişopîne.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo qala rêwitiya hunerî ya Seîd Yûsif kir û got: "Hunermend Seîd Yûsif mohra xwe li helbest û mûzîka kurdî xist. Em zehmetiyên ku malbata wî tê re derbas bûn heta ku hunermend Seîd Yûsif gihişt vê asê ji bîr nakin."

Nivîskarê Kurd Diya Behotî  hunermend Seîd Yûsif û hemû kesên ku ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê berdêlên giran dane, bi bîr anîn û got: "Wefata kesên mîna Seîd Yûsif ji bo Kurdan windahiyeke mezin e. Ji ber ku van kesan jiyaneke nû ji bo gelê xwe ava kirine. Awaz û stranên wan wê timî zindî bin."

Piştre nivîskar û rewşenbîr Ehmed Huseynî ji aliyê malbata Seîd Yûsif ve hat xelatkirin. 

Di merasîmê de sinevîzyonek li ser rêwîtiya hunermend Seîd Yûsif hat pêşandan. Di dawiya merasîmê de hejmareke hunermendan stranên Seîd Yûsif gotin.

(bb)

ANHA