​​​​​​​Ji bo tespîtkirina zirera xanî zêdetirî mîlyonek lîreyê Sûriyeyê dixwazin

Sendiqeya Endazyaran a Parêzgeha Laziqiyê ya hikumeta Şamê li beramberî tespîtkirina zirera xaniyên ji erdehejê zirer dîtine, zêdetirî mîlyonek lîreyên Sûriyeyê dixwaze.

​​​​​​​Ji bo tespîtkirina zirera xanî zêdetirî mîlyonek lîreyê Sûriyeyê dixwazin
26 sibat, 2023   17:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya El Wetan a nêzî hikumeta Şamê, welatiyên li  parêzgeha Laziqiyê yên ku ji ber erdhejê ziyan dîtine, bang li aliyên têkildar kirin ku bacên derxistina raporên tespîtkirina xaniyan kêm bike. û rewşa wan debarê ya zehmet di ber çavan re derbas bikin.

Sendîqeya Endazyaran a Laziqiyê li beramberî derxistina her raporeke tespîtkirina xaniyekî mîlyon û 200 hezar lîreyên Sûriyeyê diyar kiriye û rewşa debarê ya zehmet a mexdûran paşguh kiriye.

Serokê Meclisa bajarê Ceblê ya hikumeta Şamê Ehmed Qenadîl hinceta vê yekê nîşan da û got: " Şaredarî ji welatiyên ku daxwaza tespîtkirina xaniyan dikin, pere an baceyan naxwaze. Rapor û xebatên avakirinê divê taybet ji Sendîqeya Endazyran be. Şubeya Nivîsgehên Endaziyarî berpirsa erêkirina raporên endazyariyê yên têkildarî rewşa malbatên bi zerar e ."

(bb)