​​​​​​​Rêveberiya Xweser êrişa li ser peykerê qurbaniyên komkujiya Sêfo şermezar kir

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telet Yûnis xirabkirina peykerê bîranîna qurbaniyên komkujiya Sêfo yê li bajarê Qamişloyê şermezar kir û ev kiryar wekî êrişekî li ser ewlehî û jiyana hevbeş a li herêmê bi nav kir.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser êrişa li ser peykerê qurbaniyên komkujiya Sêfo şermezar kir
26 sibat, 2023   16:49
QAMIŞLO

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telet Yûnis têkilarî êrişa li ser peykerê bîranîna qurbaniyên komkujiya Sêfo ya li kolana Quwetlî ya bajarê Qamişloyê ji malpera Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê re axivî.

Telet Yûnis xirabkirina peykerê bîranîna qurbaniyên komkujiya Sêfo şermezar kir û wekî êrişekê li dijî ewlehiya herêmê û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de bi nav kir.

Yûnis anî ziman ku ev êriş wan ji domandina parastina destkeftiyan û projeya rêveberiya xweseriya demokratîk dûr naxe.

Telet Yûnis got, der barê vî kiryarê texrîbî de wê lêpirsîn were vekirin û kesên ku ev kiryarên kirine wê werin muhasebekirin.

(bb)