2 belavkarên madeyên hişbirê hatin girtin

Hêzên dijî madeyên hişbir li bajarê Hesekê 2 kesên ku madeyên hişber belav dikirin, girtin.

2 belavkarên madeyên hişbirê hatin girtin
26 sibat, 2023   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 18ʹê Sibatê, 2 kesên ku madeyên hişber belav dikirin, hatin girtin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Di çarçoveya rêze şopandina dosyayên belavkirin û bikaranînê de ya ji aliyê Asayîşa me ve, endamên dijî madeyên hişbir gihiştin du kesên ku di warê belavkirina madeyên hişbir de li bajarê Hesekê dixebitin. Piştî komkirina delîl û belgeyên ku tevlîbûna wan îsbat dikin, her du kes di kemînekê de hatin girtin. Madeya krîstal bi giraniya 201 gram ku bi wan re hatin dîtin, ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin.

Di dema lêpirsînê de her du kes li xwe mikur hatin ku wan di berdêla pereyan de madeyên hişbir belav kirine. Her du kes ji bo ku li gorî rêgez û yasayan ji ber kiryarên xwe bên cezakirin ji Dozgeriya Giştî re hatin şandin.ʹʹ

(bb)

ANHA