​​​​​​​Gerîlayê HPGʹê Sîpan Rêber li Girkê Legê hat bibîranîn

Gerîlayê HPGʹê Sîpan Rêber ê di sala 2019ʹan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, li Girkê Legê hat bibîranîn.

​​​​​​​Gerîlayê HPGʹê Sîpan Rêber li Girkê Legê hat bibîranîn
​​​​​​​Gerîlayê HPGʹê Sîpan Rêber li Girkê Legê hat bibîranîn
​​​​​​​Gerîlayê HPGʹê Sîpan Rêber li Girkê Legê hat bibîranîn
26 sibat, 2023   14:29
QAMIŞLO

Gerîlayê HPGʹê Sabahattîn Oncu (Sîpan Rêber) yê ku 6’ê Tebaxa 2019’an li Metînayê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Girkê Legê hat bibîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê ve li pêşiya navenda Perwerdeyê hat lidarxistin.

Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Ebdulhemîd Xêrkê axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Ebdulhemîd Xêrkê bal kişand ser berxwedana gerîla û got: "Gerîla ji bo azadî û rûmeta gelê xwe li hemberî êrişên qirkirinê disekinin. Bi saya têkoşîna gerîla hemû pêkhateyên herêmê di bin vî konê sersaxiyê de kom bûne."

Ebdulhemdî Xêrkê anî ziman ku gerîla di oxira pêkanîna felsefeya neteweya demokratîk de canê xwe didin. Xêrkê soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştre Endama Kongra Star a Girkê Legê Esma Mihemed jî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên gerîla û ev tişt got: ʹʹArtêşa Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide gerîla yên ku nûneretiya gelan dikin, tune bikin û îradeya wan bişkîne, lê gerîla li hemberî hemû êrişên wan li ber xwe didin."

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hat xwendin û radestî birayê wî hate kirin. Birayê şehîd axivî, soza xurtkirina têkoşînê û şopandina xeta şehîdan da.

(bb)

ANHA