​​​​​​​Komeleya Keziyên Kesk komxebatek lidar xist

Komeleya Keziyên Kesk di komxebatekê de projeya xwe ya firehkirina qada keskayî bi 60 nûnerên şaredariyên kantona Qamişloyê re nirxand.

​​​​​​​Komeleya Keziyên Kesk komxebatek lidar xist
​​​​​​​Komeleya Keziyên Kesk komxebatek lidar xist
​​​​​​​Komeleya Keziyên Kesk komxebatek lidar xist
​​​​​​​Komeleya Keziyên Kesk komxebatek lidar xist
​​​​​​​Komeleya Keziyên Kesk komxebatek lidar xist
​​​​​​​Komeleya Keziyên Kesk komxebatek lidar xist
26 sibat, 2023   15:08
QAMIŞLO

Komxebat li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo hat lidarxistin. 60 nûnerên şaredariyên gundewarên kantona Qamişlo, nûnerên Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê, Gerînenndeya Jîngehê ya kantona Qamişlo û nûnerên rêxistinên civaka beşdarî komxebatê bûn.

Di Îlona par de, Komeleya Keziyên Kesek bi hevkariya şaredariyên gundewarên herêma Cizîrê projoyeke da destpêkirin. Armanca vê projeyê ew e ku bi rêya nivîsgehên jîngehê yê şaredariyan dar li herêma Cizîrê werin çandin û şitilgeh werin avakirin.

Di komxebatê de rêveberê komeleyê Zîwer Şêxo bal kişand ser girîngiya firehkirina qada keskayî û got: "Projeyê di werza xwe ya yekemîn de hin gavên girîng avêtin. Em li vir in da ku vê projeyê binirxînin û ji bo pêşxistina wê nîqaş bikin."

Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer jî axivî û got: "Em keda hemû beşdarên vê projeyê silav dikin. Parastina jîngehê û firehkirina qada keskahî ne mîsyona şaredariyan tenê ye, lê belê erka her kesî ye."

Di komxebatê de behsa projeyên serkeftî yên yên şaredariyên gundan hatin kirin.

Her wiha endamê Komîteya Zanistî ya Komeleya Keziyên Kesek Enda Elî waneyeke teorîk û pratîkî li ser rêbazên çandin û kesixandina daran û rêbazên elaqeya bi çandiniyê da.

(bb)

ANHA