Parlamenterkî iraqî xwest hikumet li cem NY`yê giliyê Tirkiyeyê bike

Parlamenterekî iraqî bang li hikumeta Iraqê kir ku ji ber qutkirina avê li ser Iraqê, giliyê dewleta Tirk a dagrker li Konseya Ewlehiyê ya NY`yê bike.

Parlamenterkî iraqî xwest hikumet li cem NY`yê giliyê Tirkiyeyê bike
26 sibat, 2023   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê ji bloka Sadîqûn û Endamê Lîjneya Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Parlamentoya Iraqê Refîq Haşim Salihî ji medyaya Iraqê re axivî û destnîşan kir ku divê hikumet li ser dosyeya avê, giliyê Tirkiyeyê li gel Konseya Ewlehiyê ya NY`yê bike, ji ber ku dewleta Tirk para Iraqê ya avê birriye û ev yek jî berevajî yasaya navneteweyî ye.

Refîq Haşim Salihî diyar kir ku Tirkiye di rêjeyek kêm de avê ji bo Iraqê berdide, ev yek jî bûye sedema qirêjiya jîngehê, tunebûna ewlehiya xurekê, koçberbûna welatiyên horekan û tunebûna lawiran.

Salihî da zanîn ku Tirkiye bi karanîna hêza leşkerî û avê li dijî Iraqê şer dike, her wiha avê dibire û gelê Iraqê tîn dike, ev jî dibe sedema karesat û hişkesaliya li Iraqê.

(cx)