​​​​​​​Artêşa Tirk êrişên li ser qadên gerîla bê navber didomîne

Artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi balafirên şer, 6 caran bi helîkopteran, 65 caran bi tank, obus û çekên giran, 17 caran jî bi çekên qedexe û fosforê qadên gerîla bombebaran kirin.

​​​​​​​Artêşa Tirk êrişên li ser qadên gerîla bê navber didomîne
25 sibat, 2023   12:22
NVAENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

“Artêşa Tirk a dagirker bi hemû teknîka di destê xwe de bi fosfor û bombeyên qedexe êrişî hêzên me yên ku rewşa xwe ya niha diparêzin, didomîne. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser esasê parastina rewa, bersiv da êrişan. Herêmên ku hêzên me lê ne, 2 caran bi balafirên şer, 6 caran bi helîkopterên êrişê, 65 caran bi tank, obus û çekên giran hatine bombekirin. Her wiha qadên berxwedanê yên gerîla 17 caran bi topên ku fosfor tê de bûn û bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

"Agahiyên berfireh ên li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:

Li herêma Zapê;

Dagirkerên ku roja 24’ê Sibatê saet 12.00’an de êrişî çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda yê girêdayî nehiya Şêladizê ya Amediyê kirin, rastî çalakiya hêzên me ya xweparastinê hatin û bi taktîkên sabotajê li dagirkeran hate xistin.

Di 24’ê Sibatê saet 10:00’an de dagirkerên ku êrişî çeperên me yên berxwedanê yên li derdora herêma Çemço ya girêdayî nehiya Şêladizê ya Amediyê kirin, hêzên me ji bo parastina xwe bikin bi çekên giran bersiv dan êrişan.

Di 25’ê Sibatê saet 05:15’an de dagirkerên ku êrişî çeperên me yên berxwedanê yên li derdora herêma Çemço ya girêdayî nehiya Şêladizê ya Amediyê kirin, hêzên me ji bo parastina xwe bi çekên giran li dagirkeran xistin.

LEŞKEREKÎ TIRK HATE KUŞTIN

Di 25’ê Sibatê saet 07:00’an de dagirkerên ku êrişî çeperên me yên berxwedanê yên li derdora herêma Çemço ya girêdayî nehiya Şêladizê ya Amediyê kirin, hêzên me ji bo xwe biparêzin bi taktîka sûîqestê li dagirkeran dan û li vir dagirkerek hate cezakirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe;

Di 24’ê Sibatê de çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda yê girêdayî nehiya Şêladize ya navçeya Amediyê 17 caran bi topên fosforê û bombeyên qedexe ji aliyê tankan ve hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

Di 24’ê Sibatê de qada Deşta Kafya ya Garê 2 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.

Di 24’ê Sibatê de çeperên me yên berxwedanê yên li herêma Berxwedanê ya Kurojahro û yên li derdora herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê 6 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Di 24’ê Sibatê de çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî herêma Berxwedanê ya Girê FM’ê û herêma Çemço û gundê Sîda ya girêdayî nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê 65 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”