Li başûrê Sûriyeyê êrişên li dijî hêzên hikumeta Şamê

Li gel belavbûna aloziyê li herêmên hikumeta Şamê, li başûrê Sûriyeyê kesên nenas 3 caran êrişî endamên hêzên hikumeta Şamê kir, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Li başûrê Sûriyeyê êrişên li dijî hêzên hikumeta Şamê
25 sibat, 2023   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyeke taybet ji malpera ‘Kombûna Ehrar Horan’ re eşkere kiriye, erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê li nêzî gundê Cumlê yê li rojavayê Derayê hate hedefgirtin, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çekdarên nenas yekser bi çekan 2 endamên hêzên hikumeta Şamê li bajarokê Quseybe yê Quneytere yê nêzî Colana Sûriyeyê kirin hedef, di encamê de ew yekser hatin kuştin.

Li aliyekî din jî çekdarên nenas bi çekan endamekî hêzên hikumeta Şamê li qada bajarokê Neî El Secer kir armanc, di encamê de bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

Tu agahî li ser nasnameyên êrişkaran nehatin wergirtin.

(fr)