ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-2-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-2-2023
23 sibat, 2023   23:00

-Komeleya Perwerdê ya Qamişloyê bi hevkariya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê turnuvaya Kişik ji dibistanên navîn û amadehî ya xort û keçan li hola Yekitiya Werzîşê ya Qamişloyê li dar dixe. Saet 09:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê û rûspiyên Reqa û Dêrazorê destnîşan kir ‎ku dewletên komploger ên li dijî projeya Rêveberiya Xweser siyasetên xwe yên kirêt li djiî ‎herêmê bi rêya ferzkirina dorpêçê û girtina deriyên sînor didomînin.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hêzên navneteweyî kir ku têkildarî êriş ‎û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwestek cidî û tund ‎nîşan bide. ‎(BI WÊNE)

- Ji bo piştgiriya aboriya jinan Koordînasyona Jinan a Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa ‎Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, projeya hingaran û şitilgehekê dabû destpêkirin. ‎Hindek maye projeyê temam bibe.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

- Derdora 5 mehan e hikumeta Şamê nahêle tûpên gazê derbasî kantona Efrîn û Şehbayê bibin ‎ku zêdetirî 200 hezar welatî lê hene û 3 hezar malbatên mexdûrên erdhejê ji taxên Şêxmeqsûd ‎û Eşrefiyê berê xwe dayê.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

CÎHAN

- Salek di ser tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê re derbas bû û her aliyek serkeftinê ‎li ser aliyê din radigihîne. Gelo ji vê tevgerê kê zirarê dît û kê sûd wergirt?Wê çawa ev ‎rageşî bi dawî be?‎ ‎(BI WÊNE)‎

ANHA