Rêveberiya Xweser: Divê dewleta Tirk li ser êrişa dawî were cezakirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hêzên navneteweyî kir ku têkildarî êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwestek cidî û tund nîşan bide.

Rêveberiya Xweser: Divê dewleta Tirk li ser êrişa dawî were cezakirin
24 sibat, 2023   00:41
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Têkildarî êrişa asîmanî ya dawî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyekê li Qamişloyê Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid axivî.

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya di navbera Qamişlo-Tirbespiyê de li nêzî gundê Biwêra yê li rojhilatê Qamişloyê erebeyek bombebaran kir.

Di encama vê êrişê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû. Piştî erdheja 6′ê Sibatê ev  êrişa duyemîn e. Ev yek di demekê de tevahî bi alîkarîdayîna mexdûrên erdhejê re mijûl in, pêk tê.

′EV ÊRIŞ DEREXLAQÎ NE′

Bêrîvan Xalid wiha got: "Ev hedefgirtina ne cara yekemîn e, beriya wê di gelek hedefgirtin û êrişên mîna wê pêk hatin. Ew êriş bi hemû pîvanên wê derexlaqî ne. Ji ber di demekê de hemû cîhan bi karesata erdhejê re mijûl e, pêk tên."

Bêrîvan da zanîn ku ruxmî karesata erdhejê dewleta Tirk a dagirker di hedefgirtin û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dewam dike.

Bêrîvan wiha pê de çû. "Êrişa dawî nîşan dide ku rejîma Tirkiyeyê hov e û bi wê yekê peyamekê dide ku ew di êrişên xwe li dijî herêmê de dewam dike."

′PÊDIVÎ BI HELWESTEKE NAVNETEWEYÎ YA CIDÎ HEYE′

Bêrîvan Xalid wiha anî ziman: "Êriş û bombebaranên dewleta Tirk di vê demê de nîşan dide ku rejîma Erdogan tu rêzê ji rêgezên exlaqî û mirovî re nagire. Zirarên li Tirkiyeyê ji ber erdhejê pêk hatine, ne xema rejîma Tirkiyeyê ye. Tenê xema wê dagirkirin, qetilkirin û tevliheviya herêmê ye."

Bêrîvan diyar kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker dike, divê li gel civata navneteweyî xwedî girîngî be û wê hesab bike û ev tişt got: "Sûc û êrişên rejîma Erdogan di vê demê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike ku divê li gel civata navneteweyî xwedî girîngî be û divê helwesteke cidî û tund li hember vê rejîmê nîşan bide."

′LI PÊŞ SÛCÊN REJÎMA TIRKIYEYÊ KARESATA XWEZAYÎ NABE BEND′

Bêrîvan Xalid wiha dawî li gotina xwe anî: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojekê jî texmîn nakin ku ev rejîm êrişên xwe li dijî vê herêmê rawestîne. Vê rejîmê welatê xwe kir girtîgeheke mezin ji muxalifan û kir deriyek ji bo terorên ber bi Sûriyeyê û cîhanê ve. Her wiha bû jêderek ji jêderên tevliheviya ewlehî û îstîqrariya li herêmê. Karesata xwezayî li pêş sûcên dewleta Tirk nabin mertal."

(fr)

ANHA