Ji bo piştgiriya aboriya jinan li Tebqayê projeyên çandiniyê

Ji bo piştgiriya aboriya jinan Koordînasyona Jinan a Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, projeya hingaran û şitilgehekê dabû destpêkirin. Hindek maye projeyê temam bibe.

Ji bo piştgiriya aboriya jinan li Tebqayê projeyên çandiniyê
Ji bo piştgiriya aboriya jinan li Tebqayê projeyên çandiniyê
Ji bo piştgiriya aboriya jinan li Tebqayê projeyên çandiniyê
Ji bo piştgiriya aboriya jinan li Tebqayê projeyên çandiniyê
Ji bo piştgiriya aboriya jinan li Tebqayê projeyên çandiniyê
Ji bo piştgiriya aboriya jinan li Tebqayê projeyên çandiniyê
Ji bo piştgiriya aboriya jinan li Tebqayê projeyên çandiniyê
Ji bo piştgiriya aboriya jinan li Tebqayê projeyên çandiniyê
24 sibat, 2023   03:28
TEBQA - EBDUREHMAN EL SALIH

Koordînasyon ji projeyê armanc dike derfetên kar ji jinan re peyda bike, ji bo ku serxwebûna aborî ya jinan û rêgeza xwetêrkirinê li herêmê bi giştî pêk were.

Xebatên amadekirina projeya hingaran û şitilgehê di 21`ê Çileya borî de li herêma Gren a çandiniyê ya başûrê Tebqayê dest pê kiribûn. Rûbera giştî ya projeyê 20 donim e.

Heta niha ji sedî 70`yê projeyê temam bûye. Erd hatiye ajotin û semad hatiye reşandin. Her wiha stûnên ronîkirinê hatin bicihkirin û depoyeke avê ku hat avakirin.

Hevseroka Komîteya Çandinî û Avdanê ya Tebqayê Muna El Dalî destnîşan kir ku proje di pêvajoya dawîn de ye, bi tovên cuda yên sebzeyan hatine çandin û dê di çend rojên bê de hingar li ser bên çêkirin.

Muna diyar kir ku komîteyê ji bo piştgiriya jinan ev proje li dar xistiye û da zanîn di salên bê de proje dê were firehkirin ji bo ku pêdiviyên herêmê yên sebzeyan peyda bibe.

Li gorî Muna hejmara jinên ku di vê projeyê de kar dikin, dê piştî bidawîkirina amadekariyan diyar bibe.

Projeya hingaran a yekemîn e ku Koordînasyona Jinan a Komîteya Çandinî û Avdanê ya Tebqayê çêdike.

(şx)

ANHA