Li Hatayê bi pileya 5’an erdhej çêbû

AFAD’ê daxuyand ku li navçeya Defneyê ya Hatayê bi pileya 5’an erdhej çêbû û bajarên derdorên jî ew hîs kirine.

Li Hatayê bi pileya 5’an erdhej çêbû
23 sibat, 2023   18:04
NAVENDA NÛÇEYAN

AFAD’ê daxuyand ku îro saet 18.53’yan de li navçeya Defne ya Hatayê bi pileya 5’an erdhej çêbûye. Di daxuyandiyê de hat diyarkirin ku erdhej 9,76 kîlometre di biniya erdê de çêbûye û li Hatay û bajarên derdorê jî hatiye hîskirin.