​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Suryanî şehîdên berxwedana Til Temirê bi bîr anîn

Meclisa Leşkerî ya Suryanî salvegera 8′an a berxwedana Til Temirê bi bîr anîn û got fedekariya şehîdan û lehengiya şervanan li hember komkujiyan sekinî.

​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Suryanî şehîdên berxwedana Til Temirê bi bîr anîn
23 sibat, 2023   15:27
HESEKÊ

Meclisa Leşkerî ya Suryanî salvegera 8′an a berxwedana Til Temirê û şehîdên wê bi merasîmekê li gundê Til Hirmuz ê li rojavayê Hesekê bi bîr anî. Li gundê Til Hirmuz yekemîn şervanê suryanî di êrişên li dijî çeteyên DAIŞ′ê yên li dijî navçeyê de şehîd bûbû.

Di merasîmê de nûnerên ji Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Meclisa Leşkerî ya Til Temir, nûnerên ji Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn.

Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena axivî û wiha got: "Me bi fedekariya şehîd û lehengiya şervanên xwe xaka xwe parast. Berovajî wê di dîrokê de gelek komkujî pêk hatin û bi milyonan bûn qurban."

Hena wiha domand: "Di dîroka vê rojê de ji bilî rêgezên hêz û ruhê berxwedanê tune bû. Em ê di soza xwe de dewam bikin û heta pêkanîna armancên wan li ser şopa wan bin."

Hena wiha pê de çû: "Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên me, heman êrişên çeteyên DAIŞ′ê ne. Em di Meclisa Leşkerî ya Suryanî de soz didin ku parastina gel û xaka xwe heya pêkanîna hêviyan wan bikin."

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Suryan hevserokê meclisê Cemîl Beho axivî û wihagot: "Em li ser vê xaka pîroz bi fedekariya şehîdan hene."

Merasîm bi peyamên ji hêla saziyên amade ve ku berxwedana Meclisa Leşkerî ya Suryanî û fedekariya şehîdan pîroz dikin, bi dawî bû.

(fr)

ANHA