Siyasetmedar û rûspiyan girtina deriyên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re şermezar kir

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê û rûspiyên Reqa û Dêrazorê destnîşan kir ku dewletên komploger ên li dijî projeya Rêveberiya Xweser siyasetên xwe yên kirêt li djiî herêmê bi rêya ferzkirina dorpêçê û girtina deriyên sînor didomînin.

Siyasetmedar û rûspiyan girtina deriyên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re şermezar kir
23 sibat, 2023   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên li dijî projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl didin projeya herêmê bi hemû rêbazên derexlaqî têk bibin. Çi bi rêya êrişên domdar ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve yan jî dorpêçê li herêmê Rêveberiya Xweser ferz dike bi rêya girtina deriyên sînor û astengkirina derbaskirina alîkariyên Rêveberiya Xweser ber bi herêmên wêranbûyî ve.

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Tebqayê Ehmed El Xelef got: "Deriyên sînor girîng in. Ji ber wê dewletên komploger ên li dijî Rêveberiya Xweser hewl didin wê tengav bikin, ji ber ku projeya wê li hember siyasetên wê yên mêtinger û kapîtalîst kelem e."

El Xelef wiha domand: “Helwesta hikumeta Şamê li hember sûcên domdar ên li dijî herêmê şermok e. Heta niha tu daxuyanî nedaye yan jî ev sûc şermezar nekiriye yan jî ji bo vekirina deriyên sînor gilî nekiriye. Ji ber ku hemû deriyên sînor ên bi Rêveberiya Xweser re girtî ne, ev bi awayekî neyînî bandorê li aliyê aborî yê şêniyên herêmê dike çi bazirganiya bi hikumeta Şamê re yan jî Başûrê Kurdistanê re."

El Xelef diyar kir ku tevî karesata mirovî lê hikumeta Şamê şêniyên li Şehba û Şêxmeqsûdê tengav dike.

DORPÊÇEKE SIYASÎ YA XWEDÎ ARMANCÊN KIRÊT

Rûspiyê qebîleya El Welde yê Reqayê Yusif El Esed got: "Ev dorpêça siyasetkirî, li ser daxwaza dewleta Tirk bi hevkariya Rûsyayê pêk hatiye ji bo ku zirarê bigihînin Rêveberiya Xweser."

Her wiha El Esed diyar kir ku Rûsya, Çîn û dewleta Tirk nahêlin alîkariyên mirovî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin ji bo ku fişarê li Rêveberiya Xweser bikin.

Der barê helwesta Rêveberiya Xweser a li hember mexdûrên erdhejê de El Esed got: "Rêveberiya Xweser a pêşîn bû ku alîkarî bişîne hundirê Sûriyeyê, hemû bend û astengiyên li pêşiya gihandina alîkariyan rakirin û hewl da ku sotemenî, madeyên xwarinê, derman û pêdiviyên zarokan bigihêjin herêmên wêranbûyî. Lê girtina deriyan li pêşiya wê, nehişt ku ev alîkarî bigihêjin wan herêman."

Di dawiyê de El Esed bang kir ku dosyaya deriyên mirovî yên herêmên Rêveberiya Xweser ji siyasetê dûr bixin.

‘DEWLETA TIRK A DAGIRKER NEHIŞT ALÎKARÎ DERBAS BIBIN’

Rûspiyê êla El Bû Xabûr Ednan El Şiblî jî got: "Rêveberiya Xweser ji roja yekemîn a erdhejê ve, alîkarî amade kirin ji bo ku bişîne herêmên bakur rojavayê Sûriyeyê, lê dewleta Tirk a dagirker nehişt ku ev alîkarî derbas bibin."

Rûspiyê êla El Igêdat Rawî El Derwîş wiha axivî: "Çima alîkariyan ji seranserî cîhanê qebûl dikin, lê alîkariyên Rêveberiya Xweser qebûl nakin? Ruxmî ku dizanin alîkariyên Rêveberiya Xweser amade kirine, pêwîstiya mexdûran pê hebû ji ber ku li kolanan dimînin."

El Derwîş ev li gotinên xwe zêde kir: "Erebeyên ku ji bo xilaskirina welatiyên ji bin kavilan pêwîst, pêdiviyê wê bi sotemeniyê heye û ji ber ku sotemenî li wan herêman kêm bû, xebatên xilaskirinê rawestiyan. Karwanên ku Rêveberiya Xweser şandin, tê de miqdarên mezin ên sotemeniyê hebûn lê delweta Tirk û çeteyên wê nehiştin ew derbas bibin. Ev helwesteke derexlaqî ye."

El Derwîş destnîşan kir ku dive mirovahî di ser her tiştî re bê girtin, dive bihêlin alîkariyên mirovî derbas bibin, ji ber ku gel şandiye.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PM7G7nh-Tng" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Fzwas_ZP6nQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>