Çeteyan kemyonek hişbir derbasî Efrînê kir

Çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî da zanîn kemyoneke tê de madeyên hişbirê heye ji Idlibê ya di bin serweriya çeteyên′Heyet Tehrîr El Şam′ de derbasî kantona Efrînê ya dagirkirî bû.

Çeteyan kemyonek hişbir derbasî Efrînê kir
23 sibat, 2023   14:56
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên ji hundirê Efrîna dagirkirî, çeteyên ′Heyet Tehrîr El Şam′ îro kemyoneke mezin ku tê de madeyên hişbirê heye derbasî gundê Qîbarê yê êzidî yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî kir. Ew kemyon ji Idlibê ve hat.

Kemyon gihaşt mala serçeteyê Feyleq El Ruhman Mihemed Mendo (Ebû Udey El Humsî) a girêdayî dewleta Tirk a dagirker.

Çeteyên ′Heyet Tehrîr El Şam′ 21′ê Çileyê de madeyên destpêkê yên çêkirina hişbirê derbasî gundê êzidî yê navçeya Şera kiribû.

(fr)

ANHA